Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da 2024-02-09 15:06:36   MÊRSÎN - Rêxistinên hiqûqê yên li Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î yên piştî pevçûna li ber Edliyeya Çaglayanê pêk hat hatin binçavkirin dan û gotin: “Em yekitiya me ya pîşeyî TBB’ê û rayagiştî vedixwînin piştevaniyê.”   Li Mêrsînê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Koma Parêzerên Demokrat, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî binçavkirinên piştî pevçûna beriya du rojan li ber Edliyeya Çaglayanê derket ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn, çêbûn dan. Daxuyaniya li avahiya OHD’ê hate dayîn Serokê Şaxa ÇHD’a Mêrsînê Ersan Çetînkaya xwend.    Çetînkaya, binçavkirinên hatin kirin weke bêhiqûqî nirxand û anî ziman ku bi taybetî medyaya desthilatê di vê mijarê de ferasetekê ava dike.   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Çetînkaya bi bîr xist ku ÇHD li welat 50 sal in têkoşîna hiqûqê dide û got: “Ya ku îro hatiye binçavkirin pîşeya parêzeriyê bi xwe ye. Em ê di parastina hevalên xwe yên li vî welatî bi serfirazî karê xwe dikin de dudil nebin. Em ê bi hêza ku em ji kevneşopiya xwe digirein hevalên xwe hempîşeyên xwe tenê nehêlin. Em hemû hempîşeyên xwe, baroyan, yekitiya pîşeya me TBB’ê û raya giştî vedixwînin piştevaniyê.”