Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê 2024-02-09 16:14:59 AMED - Komeleya 78’an a Amedê ji bo tev li Lijneya Şêwrê ya ji bo veguherandina muzeyê ya Girtîgeha bi Hejmara 5’an a Amedê were avakirin bibe, daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr.    Endamên Komeleya Lêkolînê ya 78’an a Amedê ji bo veguherandina muzeyê ya Girtîgeha Hejmara bi 5’an a Amedê (Zindana Amedê) û fikrên şahidên demê li ber çavan bên girtin li ber Kalender Plaza ya li navçeya Yenîşehîrê hatin bahev û ber bi Miduriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr ve meşiyan. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê beşdarî meşa ku ji bo daxwazname bên dayîn ber bi miduriyetê ve hate kirin bûn.    ‘EM NIZANIN KA ÇI DIQEWIME’    Hevserokê Komeleya 78’an a Amedê Ahmet Ertak ê têkildarî mijarê de daxuyanî da, diyar kir ji bo Zindana Amedê veguherînin muzeyê weke şahidên zindî têdikoşin û wiha got: “Ji bo ku veguhere muzeyê me 105 hezar îmze kom kirin û dan partiyên siyasî. Di sala 2023’yan de Serokkomar Erdogan di axaftineke xwe de got ku ‘Xwezî zimanê dîwaran, qawişa 35’emîn hebûya û axivîbûya’ Lê dîwar naaxivin, şahidên zindî li vir in. Piştî ku daxuyaniya dê veguherînin muzeyê derî hatin girtin û em nizanin ka li wir çi diqewime.    Şahidê demê Ganî Alkan ê endamê komeleyê ye jî wiha got: “Heke girtîgeh bibe muze divê li gor naveroka wê be. Lê weke ku me bihîstiye dê bibe muzeya etnografya û bîranînê. Gelo dê ev bibe bîranîna çi. Dê bibe bîranîn kesên îşkence li me dikirin? Berpirsyariyeke dîrokî ye ku li gorî naveroka girtîgehê bibe muze.”   Piştî axaftinan şahidên demê ji bo di Lijneya Şewrê ya ji bo Navenda Çandê û Projeya Muzeyê were avakirin de cih bigirin, daxwaznameyên xwe bi rêya Miduriyeta Çand û Tûrîzm a Bajêr, ji Wezareta Çand û Tûrîzmê re şand.