Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye! 2024-02-09 16:59:52   ŞIRNEX - Serokê AKP’ê yê bajarokê Dêrgulê Mehmet Demîr got; “Li holê çi doz nema ye” û ji AKP’ê îstîfa kir.    Piştî navçeya Dutax a Agiriyê, li Şirnexê jî kesekî ji AKP’ê îstîfa kir. Serokê AKP’ê yê bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê Mehmet Demîr ku ji roja damezirandina AKP’ê heta niha di nava xebatan de bû, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku îstîfa kiriye. Demîr, got ku 23 salan xebitî ye lê “bêwefatî û nankorî” li wî hatiye kirin.  Demîr, di daxuyaniya xwe de Serokê AKP’ê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan û malbata wî sûcdar kir û wiha got: “Ji bo berjewendiyên malbata xwe tevdigere. Her wiha endamên din ên di teşkîlatê de jî îstîfa kirin. Min 23 salan xizmet kir lê partiya ku dibêje li gorî doza xwe tevdigerim, kesên di 14/28’ê gulanê de jî deng nedayîn kir namzet. Xuyaye ku li holê tu doz name ne.”