MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin 2024-02-09 20:04:20   AMED - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) der barê binçavkirina rojnamegerên vê sibhê hatin binçavkirin daxuyaniyek dan û got  wê tu zext nikaribe serî bi Rojnamegerên çapemeniya azad bide tewandin.   Îro di saetên serê sibê de di sedegirtina malan de rojnameger Kîbriye Evren hat binçavkirin û dîsa rojnameger Selamat Turan jî  sibehê li Cizîrê hat binçavkirin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) der barê mijarê de daxuyanî da.   MKG’ê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku li Tirkîyeyê êrîş û zextên li ser rojnamegeran her diçin zêde dibin. MKG’ê di berdewamiyê de wiha got: “Bi taybet jî bi nêzbûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên wê di 31'ê Adarê de bên lidarxistin binçavkirin, zext, êrîşên li ser çapemeniya azad zêdetir dibin. Vê serê sibehê polîsan bi ser mala rojnameger Kibriye Evren de girtin û ew kirin bin çavan. Her wiha dîsa rojnameger  Selamet Tûran danê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin. Kibriyeyê 24 saetan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”   MKG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bi lêv kir ku  rojnameger hem tên binçavkirin hem jî bi bêhiqûqiyê rû bi rû tên hiştin û wiha dawî lê anî: “ Mafên wan ên rewa  jî ji destên wan tên girtin. Ji ber ku ew rastiyê ji civakê re radigihînin, dibin dengê civakê û bi pênûsa xwe, bi kameraya xwe li qadan têkoşîna xwe dewam dikin. Em jî wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dibêjin ku em bi têkoşîna hempîşeyên xwe re ne. Têkoşîna wan hêz û hêviya civakê bi xwe ye. Parêzerên MKG'ê jî doza rojnamegerên hatine binçavkirin, diṣopîne. Li dijî zext û zordestiya li hempîşeyên me tên kirin em ê jî têkoşîna rojnamegerên bi zextan rû bi ru dimînin biparêzin. Ew ê tu zext nikaribe serî bi Rojnamegerên çapemeniya azad bide tewandin. Em ê li pênûs û kameraya hempîşeyên xwe xwedî derkevin.”