Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye 2024-02-10 09:04:46 STENBOL - ‘Meşa Dirêj’ ku ew ê di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de bê kirin û heta 25 rojan berdewam bike, nûnerên saziyên civîl ku ew ê beşdarî wê meşê bibin, gotin ku azadî di felsefeya Abdullah Ocalan de ye û bangawaziya beşdariya li meşa 17’ê Sibatê kirin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Kampanyaya ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji Kurdistanê heta Ewropayê bi meşan berdewam dike. Kampanyaya navneteweyî ya ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiribû, di çarçoveya wê de ‘Meşa Dirêj’ li Parîsê hatibû destpêkirin û di roja xwe ya 20’an de gihîşt bajarê Cohuny. Meşa ku ew ê di 25 saliya komploya navneteweyî de bi beşdariya 25 kesan heta 25 rojan berdewam bike, ew ê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê bi mîtingekê bê bidawîkirin.   Hevserokê Konseya Kurdan a Demokratîk a li Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat, Hevberdevkê Dîwana Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî (KCDK-E) Murat Ceylan û Berdevka Perwerdeya Komîna Jinên Kurd a li Reimsê Gozde Çakir ku di meşê de cih digirin, têkildarî meşa xwe ya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin nirxandin kirin.   Şahîn Polat ragihand ku armanca meşê ya bingehîn şikandina tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ye û anî ziman ku wan li her bajarê li ser rêya wan hevdîtinên gel, konferans, panel û çalakiyên çandî çêkirine. Polat da xuyakirin ku dosyeya ku li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê amade kirine, pêşkêşî gelek saziyên civaka sivîl kirine û diyar kir ku li gelek bajaran bi posterên Abdullah Ocalan bi coş pêşwaziya wan hatiye kirin.   ‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ KONSEPTA ŞER E’   Polat diyar kir ku bi dirêjahiya dîrokê hewla bênasnamehiştina gelê kurd hatiye dayîn û wiha domand: “Sed saliya Lozanê temam bû. Em wek kurd êdî qebûl nakin ku em sed saleke din bê nasname û bê maf bijîn. Di vê çarçoveyê de ew tecrîda ku li Birêz Ocalan hatiye ferzkirin, konsepta şer e. Gelê kurd ji bo Birêz Ocalan dibêje ‘ew îradeya min a siyasî ye’. Eger tecrîd berdewam bike, ew ê qirkirin û wehşetên li Rojhilata Navîn jî berdewam bikin. Lewma çareserî ew e ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinan divê bê praktîzekirin. Em bi boneya vê meşê careke din dibêjin ku Birêz Ocalan mifteya azadiyê ye.   Polat bang li gelê kurd û dostên wî kir ku beşdarî meşa ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ bibin ku ew ê di 17’ê Sibatê de li Kolnê dest pê bike.   ‘GEL BI ELEQE PÊŞWAZIYÊ LÊ DIKIN’   Hevberdevkê Dîwana Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî (KCDK-E) Murat Ceylan tekez kir ku komploya navneteweyî bi berxwedana Abdullah Ocalan û gelê kurd hatiye pûçkirin û got: “Hêzên navneteweyî li ser domandina komployê rijd in.” Ceylan bal kişande ser wê yekê ku hemû gel fikrên Abdullah Ocalan bi baldarî pêşwazî dikin û wiha domand: “Em çûn her ku derê, me dît ku gel dixwaze behsa fikrên Abdullah Ocalan bike û di çarçoveya paradîgmayê de wan fikran cî bi cî bike.”   Ceylan diyar kir ku gelên dinyayê fikr û ramanên Abdullah Ocalan nas dikin û bang li gelê kurd û dostên wî kir ku beşdarî meşa ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ bibin ku ew ê di 17’ê Sibatê de li Kolnê dest pê bike.   ‘2024 DÊ BIBE SALA SERKEFTINÊ’   Berdevka Perwerdeya Komîna Jinên Kurd a Reimsê Gozde Çakirê da zanîn ku ew 25 sal in li dijî komployê tê dikoşin û diyar kir ku ew ê sala 2024’an bi serkeftinê bê tacdarkirin. Çakirê amaje bi tecrîda li Îmraliyê kir û got: “Her çend tecrîd li Abdullah Ocalan tê kirin, lê di esasa xwe de li dijî gelê kurd û jinan tê kirin. Bi xêra paradîgmaya ku Abdullah Ocalan pêş xistiye, jin xwe û derdora xwe rêxistin dikin. Em di hişmendiya wê yekê de ne ku ev yek bi xêra paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Lewma bi taybetî wek jinekê cihê serbilindiyê ye ku ez beşdarî vê meşê bûme.”   ‘AZADÎ DI FELSEFEYA OCALAN DE YE’   Çakirê amaje bi wê yekê kir ku azadiya jinan di felsefeya Abdullah Ocalan de ye û wiha domand: “Vê têkoşînê bi pêşengiya gelê kurd dest pê kir, lê îro em dibînin ku gelên cuda xwedî lê derdikevin. Jin bûn bikerên vê têkoşînê. Em wek jinên kurd em deyndarê Abdullah Ocalan in. Lewma ez hêvî dikim ku hemû jin bi awayekî bihêz beşdarî meşa me bibin ku em ê di 17’ê Sibatê de li Kolnê bidin destpêkirin.”    MA / Esra Solîn Dal