Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin 2024-02-10 14:19:42   STENBOL - Cihê girtiyê edlî yê di Girtîgeha Bandirmayê de tê ragirtin û gefa kuştinê li girtiyê siyasî Ekrem Gun xwaribû, hate guhertin.   Girtiyê siyasî Ekrem Gun cezayê muebedê lê hatiye birîn, di Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Bandirmayê tê ragirtin. Girtiyê edlî Îsmet Ozdemîr ê 2 meh berê anîbûn qawişa rex Gun, ev gef lê xwaribû: “Ji bo ku te bikujim, ez anîme vê derê. Dê te bikujim. Ji ber wê te naşînin girtîgeheke cudatir.”    Piştî ku girtiyê siyasî Gun rewşê bi malbata xwe re parve kir û ev agahî di raya giştî de hate pervekirin, cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû, hate guhertin.    Gun, dema xwîşka wî Asiye Gun 9’ê sibatê çûye hevdîtinê, jê re gotiye ku kesê gefê li wî xwariye birine qawîşeke din, “3 kevanên” li ser paceya wî hatibûn xêzkirin, hatine jêkirin û hin nivîsên li ser dîwarên wî hatine nivîsandin jî ji hêla personelên girtîgehê ve bi boyeyê ve hatine girtin.    ‘DIXWAZIN DELÎLAN TUNE BIKIN’   Xwîşk Asiye Gun derbarê hevdîtinê de wiha axivî: “Birayê min got ku hucreya wî kesî boyax kirine û xwestine delîlan tune bikin. Wî kesî dûr xistine û birine qawîşeke din. Midûrê girtîgehê ji birayê min re gotiye ku, ‘Ekrem te derve agahdar kiriye, hewcehî bi vê nebû’. Birayê min jî vê bersivê daye: ‘We çend kesan di girtîgehan de kuştine, ew bêdeng man lê belê ez ê bêdeng neminîm’.”    DIBÊJE ZEXTA DERÛNÎ DOM DIKE   Gun destnîşan kir ku her çiqas qawîşa kesê ku gef li birayê wê xwariye hatibe guhertin jî zexta derûnî ya ser birayê wê tê domandin, berdewam dike û got: “Birayê min xwest ev mijar di Meclisê de were rojevê. Got ku bila tu kes bêdeng nemîne. Heke tiştek bê serê birayê min, dê di serî de ji Wezareta Dadê, her kesê ku berpirsyariya wî heye gilî bikim.”