Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin 2024-02-10 15:07:19 ÊLIH - Meşvanên Azadiyê yên gihiştine navçeya Hezoya Êlihê, ji hêla gelê navçeyê ve bi pankarta ku gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Tenê kesên ku dilên wan bi agir û azweriya serkeftinê dişewitin dikarin bi me re bimeşin” li ser dinivîsî, pêşwazî kirin.  Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, piştî navçeya Farqîna Amedê gihişt navçeya Hezoya Êlihê.       LI SER PIRA MALABADIYÊ BÎRANÎN   Meşvanên Azadiyê dema ku derbasî navçeya Hezoyê dibûn li Pira Malabadî ya li navçeyê sekinîn. Meşvanan li ser pirê Mala Eliyê Ûnis ê di dema serhildana Şêx Seîd de hatiye qetilkirin û Rindêxan a ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji pirê avêtibû û jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anîn.    Bîranîn di şexsê jin û zarokan de ji bo kesên di têkoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêzgirtina dest pê kir. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal a li vir axivî, dest nîşan kir ku li her dereke Kurdistanê çîrokeke têkoşînê heye.    ‘NE BÛKA NEYAR Û XAYÎNAN IN’   Ûysal derbarê têkoşîna Mala Eliyê Ûnis û Rindêxanê de hin agahî parve kirin û wiha got: “Rindêxan qêrîna çiyayên Kurdistanê ye. Berfîneke ku li Çiyayê Meretoyê vedibe ye. Rindêxan deng û bêhna zozanên Sasonê ye. Bavê Rindêxanê Mihemed, mîrê Mala Eliyê Ûnis bû.” Ûysal behsa têkoşîna Mala Eliyê Ûnis a 200 salan li dijî Osmaniyan têkoşîn daye, kir û gotinên Rindêxanê yên berî ku xwe ji pirê bavêje dubare kirin: “Ez Rindêxan im! Keça Rindêxan! Ne bûka neyar û xayînan im. Ez Rindêxana Şervana Kurdistan im.”   ‘MIFTEYA AŞTIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE’    Meşvanên pişt re li bajaroka Kaniya Hênê ya navçeya Hezo ya Êlihê ku çûnê bi kulîlkan û berzkirina dirûşmeya “Bi can bi xwin em bi tere ne ey Serok” hatin pêşwazîkirin, li avahiya navçeyê ya DEM Partiyê bi gel re hatin gelhev. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê di civîna gel de axivî, diyar kir ku meşa wan di roja 10’emîn de ye û ev tişt gotin: “Salvegera 100’emîn a Lozanê bi paş ve ma. Em êdî naxwazin di sedsala Tirkiyeyê de bi pîvanên koletiyê bijîn. Em dixwazin yekitî û tifaqa me çêbibe. Em mafên ku her mirov daxwaza dike, dixwazin. Lê heqîqetek heye. Serok û rêberê her gelekî heye, rêberekî me jî heye. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Divê demildest bi awayekî fizîkî azad bibe. Pirsgirêka kurd heta ku serokê wê muhatap neyê girtin nikare were çareserkirin. Divê demildest malbat û parêzer pê re hevdîtinê bikin û birêz Ocalan di nava gelê xwe de be. Em her cihê ku diçinê vê dibêjin. Heke gelê me bi me re be, tiştekî ku em nikaribin bikin nîne. Mifteya çareseriyê pirsgirêka kurd di destê birêz Ocalan de ye. Daxwazên me daxwazên rewa ne.”     HEZO BI CIWAN Û KAL Û PÎRAN RE RABÛ SER PIYAN    Meşvanên di meşa berdewam kir de di ketina navçeya Hezoyê ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin, li vir bi gel re govend gerandin.    Ciwanan meşvan bi dirûşmeyan pêşwazîkirin û pankarta ku gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Tenê kesên ku dilên wan bi agir û azweriya serkeftinê dişewitin dikarin bi me re bimeşin” li ser dinivîsî û pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Hezo, meşvanên azadiyê silav dike” vekirin. Bi sedan kesan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin û li navçeyê demekî dirêj meşiyan. Di cade û kolanên tê re derbas bûn de gel meşvan biç epik û dirûşmeyan pêşwazî kirin.    ‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’    Yek ji Rêwiya Azadiyê Sabahat Saritaş Erdogan a piştî meşê li Qada Uçyolê ji gel re axivî, wiha got: “Em çûbin ku derê bi coşeke wiha hatin pêşwazîkirin. Em dibêjin ‘me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî serbikevin’. Em dixwazin xeyalên gelê xwe pêk bînin. Heta ku ev tecrîda dij mirovahiyê neyê şikandin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Hêza gelê me li pişt me ye. Em ji bo aştî û wekheviyê dimeşin. Em li dijî polîtîkayên şerê taybet û qirêj dimeşin. Bi sedsalan e li dijî gelê me şerekî qirêj tê meşandin. Her kes dizane ku mifteya aştiyê li Îmraliyê  ye. Heta ku ev meş bigihe armanca xwe dê berdewam bike. Divê gelê Hezoyê xwedî li vîn û Serokatiya xwe derkeve. Em careke din ji vir Ocalan silav dikin.”   Meşvanên Azadiyê pişt re bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” heta avahiya DEM Partiyê ya navçeyê meşiya. Di hevdîtina bi gel re a li vir de ji parastinên Ocalan hin beş hatin xwendin.