Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin 2024-02-10 15:16:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ÎHD’ê û malbatên windakiriyan ên vê hefteyê de aqûbet û faîlên Mehmet Tekdag, prz. Metîn Can, Dr. Hasan Kaya, Nezîr Tekçî û Maksût Tepelî hate pirsîn.    Di çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan ên bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê hatin lidarxistin de aqûbeta kesên hatine windakirin hate pirsîn û daxwaza edaletê hate dubarekirin.    Li Amedê malbatên windakiriyan û ÎHD di hefteya 783’yemîn a çalakiya xwe ya li navçeya Rezanê de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolûyê hatin bahev. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin û malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Malbatên windakiriyan û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li meşê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Tekdag ê di 12’ê sibata 1993’yan de li Amedê hate qetilkirin hate vegotin.    ‘EZ BÊ BIRA HIŞTIM’    Xwişka Mehmet Tekdag a beriya daxuyaniyê axivî, wiha got: “Dema ku em îro hatin qada çalakiyê weke ku em biçin ser gora wî li me hat. Mehmet Tekdag dema ji bo kar ji malê derket ji aliyê sîxuran ve hate revandin. Ez bê bira hiştim. Em dixwazin cihê gorê hebe, cenazeyê xwe dixwazin. Heq û hiqûqê dixwazin. Alî Tekdag jî anî ziman ku birayê wî ji aliyê dewletê ve hate kuştin. Heke dewlet bizane bila derxe holê. Alî Tekdag jî revandin û hatin pirsa wî kirin. Bavê min jî got ku dewletê biriye. Bavê min jî piştî 2 mehan ji ber vê rewşê qehirî û jiyana xwe ji dest da. Dewlet jî polîs jî dizanin ka kê kiriye. Bila aqûbeta wî derxînin holê. Bila xwedê heqê me ji wan re nehêle.”   Dû re endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Bawer Çîndemîr çîroka Tekdag xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH    Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û malbatên windakiriyan, di çalakiya xwe ya 619’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de malbatan wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên piştî di 21’ê sibata 1993’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve li Xarpêtê hatin revandin, hatin qetilkirin hate xwendin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Reşît Çetînkaya ê çîroka wan xwend, da zanîn ku Can û Kaya ji mala xwe ya li navenda Xarpêtê hatin revandin.    Çetînkaya, diyar kir ku têkildarî kuştina Metîn Can û Hasan Kaya lêpirsîneke bi bandor nehate birêvebirin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    COLEMÊRG   Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 109’an a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser hate nivîsîn û wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nezîr Tekçî yê 25 salî ku dema li gundê Yekmala Jorê şivantî dikir, di 28’ê nîsana 1995’an de ji aliyê leşkerên girêdayî Tûgaya Piyade ya Gelîbolûyê ve bi hinceta “cil û bergên kurdî” li xwe kiriye, hate binçavkirin û piştî hate gulebarankirin, bi laşê wî ve mayîn hate teqandin, hate pirsîn. Malbata Tekçî jî tev li daxuyaniyê bû.    Metna daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz xwend. Çapraz a tiştên roja bûyerê ragihandin, qala paşeroja doza Tekçî kir û got: “Em ê ji bo ku heqîqet derkeve holê û Nezîr Tekçî yê hatiye qetilkirin daxwaza xwe ya edaletê bidomînin û ji bo berpirsyar bi darizandineke rast bên cezakirin em ê dengê xwe bilind bikin.”    Dû re peyama rêveberê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û parêzerê Tekçî Huseyîn Bogatekîn hate xwendin. Bogatekîn di peyama xwe de qala çîroka Tekçî kir.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” careke din ji ber Sumerbank a Kevin a Konakê bang kir. Di çalakiya pankartên “Windakirî wijdan in xwedî li wijdana xwe derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hate vekirin de daxuyaniya bi kurdî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, bi tirkî jî rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin xwend.    Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbet û faîlên Maksût Tepelî yê di 2’yê Sibata 1984’an de piştî li Stenbolê hate binçavkirin hate windakirin hate pirsîn.