Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e 2024-02-10 15:29:05   WAN - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a di 2’yemîn Kongreya Asayî ya rêxistina partiya xwe ya Wanê de axivî, diyar kir ku dê di siyaseta rêya 3’yemîn de israr bikin û got: “Rêya sêyemîn li Rojhilata Navîn û vî welatî teminata jiyana hevpar e.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li bajêr pêk anî. Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên li Derguşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê (TTB), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Weqfa Mafê Mirovan(THÎV), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêxistinên navçeyan ên DEM Partiyê, DBP, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û gelek kes tev li bûn.   Girse bi cil û bergên xwe yên gelerî tev li kongreyê bû. Girseya ku di salonê de bi cih nebû li hewşa salonê kongre temaşekirin. Bi rêzgirtinê û avabûna dîwanê kongreyê dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê girtiye û di bin tecrîdeke giran de ye. Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gonul Uzunay kesên tev li kongreyê bûne silav kir û balkişand ser Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û wiha got: “Ez girtiyên di greva birçîbûnê de û malbatên di Nobeta Edaletê de ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest bi çalakiyê kirine silav dikim. Ez Meşa Mezin a Azadiyê silav dikim. Gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe azadiyê bidest bixe.”    Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî da zanîn ku zarokên wan 76 roj in di greva birçîbûnê de ne û got ew naxwazin tu kes bimire û got mifteya aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.   Nazîme Arvas jî li ser navê komîsyona kongreyê axivî û got wê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û got dem dem azadiya Abdullah Ocalan e.   ‘GELÊ ME DÊ SERBIKEVE’    Piştî xwendina rapora aborî û faliyetan Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Bûldan axivî û wiha got: “Ez her kesî silav dikim. Ez ji bo hemû kesên di vê pêvajoyê de bi me re mil bi mil dixebite spas dikim. Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Çalakiya girtiyan û Nobeta Edaletê didome. Meşa Azadiyê didome. Ev çalakî wê bigihêjin serkeftinê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan didome. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev 3 sal in agahî jê nayên girtin. Destura hevdîtinan nayê dayîn. Divê demildest tecrîd bê şikandin. Hilbijartin nêz dibin. Çavê hemû kesî li Wanê ye. Wê Wan ji 14’an 14 hebî jî bigire.Wê gelê me biserkeve.”   ‘EM Ê DI RÊYA SÊYEMÎN DE ISRAR BIKIN’    Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî da zanîn ku ew di siyaseta Riya 3’yemîn de bi israr in û got siyaseta Riya 3’emîn ya ku Abdullah Ocalan pêşxistiye ji bo wekheviyê, zemînê ava dike. Doganê wiha vegot: “Ev hilbijartinên pêş me girîng in. Têkoşîna me ya li dijî qeyûman heye. Îradeya gel hat xespkirin. Divê her kes di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.  Bawer bikin wê dengek gelek giştî biguhere. Ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk em di riya 3’yemîn de bên gel hev em ê biserkevin.”   KÛRT Û DÎLEKÇÎ WEKE HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN    Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî weke hevserokên nû hatin hilbijartin.