Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn 2024-02-10 16:54:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kirine, xwestin demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn.    Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di 27'ê mijdarê de hatiye destpêkirin berdewam dike. Piştî grevên birçîbûnê bi pêşengtiya xizmên girtiyan û rêxistinên mafan ên sivîl, li gelek bajaran bi heman daxwazê Noberên Edaletê hatin lidarxistin. Xizmên girtiyan û kesên serdanan dikin xwestin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin werin destpêkirin û Ocalan were berdan.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 68’an de berdewam kir   Li eywana ku Nobet lê tê lidarxistin pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civâkî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakgerên pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê hatin serdana çalakvanên nobetê.     Mele Yûsûf Andan ê di serdanê de axiviye, destnîşan kir ku cihê pergala tecrîdê di ola îslamê de nîn e û wiha axivî: “Heke di pergala we de mirov ji ber tecrîdê bên kuştin, neçar bimînin ku bikevin grevên birçîbûnê û hûn li hember van tiştan bêdeng bin, tê wê wateyê ku hûn bêwijdan in.” Çalakî bi berzkirina dirûşman û gotina stranan dom kir.    ÊLIH   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 10’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Kesên ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirine destnîşan kirin ku zext û zilma li girtîgehan tê kirin, li hemû derdorên civakê tê kirin û bal kişandin ser giringiya piştevaniyê.     MÊRDÎN    Endam û rêveberên Komeleya 78’an serdana Nobeta Edaletê ya li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê kirin. Kesên hatine serdanê, derbarê azadiya Ocalan de suhbet kirin, helbest xwendin û stran gotin. Ser navê Komeleya 78’an Arîf Tûrgay axivî û destnîşan kir ku ew piştgiriya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin bikin û dan zanîn ku ew ê çalakiyê mezin bikin.   WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 68’an de berdewam kir.   Şêniyên li taxa Yali û Selîmbeyê serdana Nobeta Edaletê kirin. Şadiye Aktî ya ji taxa Yaliyê tecrîda tê meşandin şermezar kir û kesên di nobetê cih digirin bi rêzdarî silav kir. Ektî wiha axivî: “Tecrîd di şexsê birêz Ocalan de belavî hemû girtîgehan û civakê bûye. Em vê yekê qebûl nakin. Bila tecrîd demildest were rakirin.    Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 60’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Emê bi hêza xwe tecride bişkînin u jiyana azad bikin” hatin daliqandin.    Tevgera Yekgirtî ya Karkeran (BÎH), Komgreya Îslama Demokratîk (DÎK) rêxistina DEM Partiyê ya Beyoglûyê û gelek kes hatin serdana Nobeta Edaletê.     ‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Endama BÎH’ê Arzû Baysûngûr di serdanê de destnîşan kir ku têkoşîna xizmên girtiyan bi nirx e. Baysûngûr da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Endamê DÎK’ê Ekrem Baran jî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lenet kir û wiha got: “Di tu pirtûkan de cihê bêhiqûqiyên îslama siyasî anîne, nîn e. Em tecrîda ser birêz Ocalan lenet dikin.    Nobeta Edaletê bi gotina stranan û berzkirina dirûşman dom kir.