Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê 2024-02-10 16:58:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafan ên diyar kirin ku jiyana girtiyên nexweş Sabrî Yavûz û Mûhlîse Karaguzel di xetereyê de ye, daxwaza berdana bilez kirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 492’yemîn de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Sabrî Yavûz ê 75 salî. Metna daxuyaniyê Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci xwend.    PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ HATIN RÊZKIRIN    Yazmaci, pirsgirêkên tenduristiyê yên Sabrî Yavûz ê 7 sal in dîl girtî ye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan tê ragirtin parve kir û got: “Dema beriya 2 salan li Girtîgeha Tîpa L a bi Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihate ragirtin aciz bûbû, biribûn beşa lezgîn a nexweşxaneya li Kampusa Sîlîvriyê û li nexweşxaneyê jê re gotiye divê hem ji kîsikê ziravê hem jî ji fitiqê emeliyat bibe.”   ‘BI AWAYEKÎ KELEMÇEKIRÎ DI BEŞA LÊNERÎNA AWARTE DE HATE GIRTIN’    Yazmaci, qala pêvajoya birina nexweşxaneyê ya Yavûz kir û wiha got: “Ji ber ku piştî rêwitiya 12 saetan di rê de aciz bû rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneya kampusa Girtîgeha Sîncanê û derzî lê dan û dîsa birin nexweşxaneyê. Yavûz ê piştî 3 mehan dîsa rakirin nexweşxaneyê di 16’ê mijdara 2022’yan de emeliyat bû. Yavûz piştî emeliyatê destên wî bi awayekî kelemçekirî 2 rojan di beşa lênerîna awarte de hatiye ragirtin. Şûna ku li serwîsê bimîne û lê were nêrîn dîsa birine girtîgehê. Tevî ku hatiye emeliyatkirin û ne di rewşeke bikare li xwe binêre de ye jî di hucreya yek kesî de hatiye ragirtin.”   Yazmaci, xwest ku ji bo Yavûz li cem malbata xwe were dermankirin divê demildest were berdan.    STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê çalakiya 620’an a “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin, li ber avahiya komeleya xwe ya li Beyoglûyê radixe li ber çavan. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş a giran Mûhlîse Karaguzel (62) a ji sedî 90 astengdar û li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin û 4 caran krîza dil derbas kir. Di çalakiya pankartên “Mafê girtî mafê mirovan e” û “Mafê tedawiyê nikare were astengkirin” hatin vekirin û dirûşma “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hate berzkirin.    Metnê daxuyaniyê yê vê hefteyê ji aliyê parazvanên mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû re hate xwendin. Tanrikûlû, da zanîn ku ji ber Karaguzel di 26’ê çileyê de krîza dil derbas kir, rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yeşîlyûrt a Îzmîrê.    Tanrikûlû diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û dom dikin û anî ziman ku Saziya Tiba Edlî (ATK) girtiyan sewqî mirinê dike. Tanrikûlû, bi bîr xist ku di 6’ê sibatê de girtiyê bi navê Bedrî Ot ê di nav lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de cih digire li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku girtî şûna ku bên berdan bi sewqkirina Girtîgeha Tîpa R terkî mirinê tên kirin.    ‘JIYANA KARAGUZEL DI XETEREYÊ DE YE’    Tanrikûlû yê rewşa tenduristiyê ya Mûhlîse Karaguzel parve kir, anî ziman ku di girtîgehê de pirsgirêkên tenduristiyê yên Karaguzel zêde bûne û jiyana wê jî di xetereyê de ye. Tanrikûlû yê rewşa qala rewşa tenduristiyê ya Karaguzel kir û agahiyên ku keça wê dane wan parve kirin. Tanrikûlû xwest ku Karaguzel demildest were berdan û bê dermankirin.