Herêma Biradostê hat bombebarankirin 2024-02-10 21:00:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer yên dewleta tirk Geliyê Reş û Kem Kora yên li sînorê Biradostê bombebaran kirin.   Li gor agahiyên hatine bidestxistin, vê êvarê balafirên şer yên dewleta tirk Geliyê Reş û Kem Kora yên li sînorê Biradost a girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Têkildarî zirar û ziyanên canî û madî yên êrişên balafirên dewleta tirk agahiyên zelal bi dest neketin.