Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e 2024-02-10 21:56:51 MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di civîna gel a li Akdenîzê de axivî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye. Sedema hilweşîna aboriyê û rizîbûna Tirkiyeyê ye, neçareserkirina pirsgirêka kurd e." Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, serdana xwe ya Mêrsînê li Taxa Şevket Sûmer a navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi hevdîtineke bi gel re bi dawî kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca, namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr û bi hezaran welatî beşdarî civînê bûn.   'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Di civînê de girseyê bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Akdenîzê yên DEM Partiyê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz derketin ser dikê û gel silav kirin û gotin ku ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Di dawiyê de Bakirhan axivî. Bakirhan beşdaran silav kir û got ku gelê Akdenîzê bi vê coşê daye der ku dê kî bi ser bikeve. Di dema axaftina Bakirhan de fîşekên hewayî hatin teqandin û pê re jî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" olan da.    Bakirhan bal kişand ser Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê û wiha got: "Em ê di 31'ê Adarê de Akdenîzê bi dest bixin. Em ê cardin Şaredariya Akdenîzê bikin şaredariya gel. Ez bawer dikim ku di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de; gelê Akdenîzê, gelê me yê Sêrtê, gelê me yê Geverê, gelê me yê Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex û Kurdistanê wê li dijî qeyûman û li dijî vê faşîzm û zilmê bersivê bide."   'HILBIJARTINA MAN Û NEMANÊ YE'   Bakirhan di berdewama axaftina xwe de got: "Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina herêmî ye. Hilbijartina man û nemanê ye. Em hene yan na? Kurd hene? Kesên dibêjin erê hene yan na? Karker hene? Gelê me yê ezîz, wan ev welat wêran kiriye û qedandiye. Wan ev welat rizandiye û xera kiriye. Di vî şerî de ji bo ku pirsgirêka kurd çareser nebe siberoj û aboriya vî welatî bi kar anîn. Dema gel, karker û xizan dibêjin em birçî ne, desthilata AKP’ê pirsa bihayê guleyekê dike. Em ji Akdenîz a Mêrsînê ji AKP’ê re dibêjin, erê, em bihayê guleyan dizanin. Lê ji bo bi vê guleyê keda kedkar û karkeran û xizanan neçe, pirsgirêka kurd çareser bikin. Lê ew israr dikin, dibêjin Tirkiye bextewar e, Tirkiye azad e. Dibêjin pirsgirêka kurdan nîn e. Lewma divê em li hember, vê desthilatê, li hemberî van derewakaran bi awayekî herî bihêz bersiva xwe bidin der."    TECRÎD   Bakirhan destnîşan kir ku sedema rûxandina aboriya Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e û got: "Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye. Sedema hilweşîna aboriyê û rizîbûna Tirkiyeyê ye, neçareserkirina pirsgirêka kurd e." Bakirhan bilêv kir ku Tirkiye ancax bi rakirina tecrîdê dikare pêş ve biçe û got: "Ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk û ji bo Rojhilata Navîn bibe modelek bihêz û baş, hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin. Car din vegerin maseya çareseriyê ya sala 2013'an. Ji lew re ji be rku hûn nikarin vê meseleyê çareser bikin, her roj mirov xizan dibin. Em dibêjin werin em vê meseleyê bi diyalog û muzakereyê û bi muxatabên wê re çareser bikin."    Piştî axaftina Bakirhan buriya hilbijartinê ya Akdenîzê hat vekirin.