25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe 2024-02-11 09:01:47 STENBOL - Dayika Aştiyê Rewşan Doner diyar kir ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ji bo azadiya Ocalan têdikoşin û got ku divê sala 2024'an bibe sala azadiyê. Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina ji Sûriyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de jî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ket sala xwe ya 26'an. Girtî Halît Oral di 9'ê Cotmeha 1998'an de li Girtîgeha Mereşê li dijî tasfiyekirina hêzên global agir berda bedena xwe çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" da destpêkirin. Çalakî li seranserê cîhanê berbelav bûn û gel li dor Abdullah Ocalan xeleka ji berxwedanê çêkir.   Dayika Aştiyê Rewşan Doner a 55 salî ku di 15'ê Sibata 1999'an de dema Rêberê PKK'ê radestî Tirkiyeyê hat kirin di çalakiyê de bû diyar kir ku 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Donerê ku piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kiriye, anî ziman ku wê demê apê wê gava li zanîngehê xwendekar bûye hatiye windakirin û paşê malbata wê ya li Bedlîsê bûye hedefa zextên dewletê. Donerê anî ziman ku piştî vê pêvajoyê bi awayekî sîstematîk serdegirtinên malan pêk hatine û got ku gelek caran endamên malbatê hatine binçavkirin û rastî îşkenceyê hatine. Donerê got ku di salên 1990'î de apê wê, melayê gund, hatiye kuştin û gundê wan di sala 1994'an de hatiye şewitandin.   Donerê diyar kir ku wan cerdevaniyê red kiriye û piştî gundên wan hatiye şewitandin koçî Stenbolê kirine û got ku ew ji roja ku Abdullah Ocalan  radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya nihatêkoşîna xwe didomîne.   Donerê bal kişand ser dema ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatiye derxistin û got: “Wê demê di dilê min de dudiliyek hebû û ew roja reş 15’ê Sibatê, qewimî. Gundên me şewitandin, zarokên me şehîd kirin, em sirgûn kirin, lê tiştek bi qasî 15’ê Sibatê bandor li me nekir. Me ne dikaribû tiîtekî bixwe û vexwe. Piştî Rêbertî anîn Tirkiyeyê, di nava çar pênc rojan de ew darizandin û ew xistin Girtîgeha Îmraliyê."   ‘GEL KOMPLO PÛÇ KIR'   Donerê bilêv kir ku di 15'ê Sibata 1999'an de dema ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin beşdarî çalakiya protestoyî bûye û got ku di êrişa polîsan de ji serê xwe birîndar bûye. Donerê wiha domand: “Serê min ji du cihan şikest, lê roja din xwepêşandanek hat lidarxistin û ez yekser beşdarî wê bûm. Gel hêz da û komploya li dijî wî pûç kir. Gel jî êdî ne gelê berê ye, bi sedan kes piştgiriyê didin wî. Bi sedan kesî bi gotina ‘Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin’ bedena xwe dan ber êgir."   ‘ABDULLAH OCALAN VÎNA GELÊ KURD E'   Donerê da zanîn ku Abdullah Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin û got ku komplo wê bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê bi dawî bibe.   Donerê bal kişand ser rewşa ku 35 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Tecrîd didome. Ger xeber ji Rêbertiyê bê girtin û hevdîtin pê re bê kirin, dê tiştên xweştir çêbibin. Ji ber vê yekê tecrîdê ferz dikin. Ew dijminatiya wî dikin. Dema ku Xwedê mirovekî diafirîne, mafê wî jî dide. Li gorî qanûnê mafê wî heye ku bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Rêberê Gelê Kurd ne kesekî asayî ye. Hemû kurd wî wekî vîna xwe qebûl dikin. Bi kurtasî, di her warî de cihê tecrîdê tune ye,".    ‘DÊ SALA 2024'AN BIBE SALA AZADIYÊ'   Donerê bal kişand ser wê yekê ku divê sala 2024’an bibe sala azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û got: “Ez li vir bang li hemû gelan dikim: wekî dayikeke kurd ez aştî û wekheviyê diparêzim. Ji bo ku gel bi hev re bijî û tecrîd rabe, çi ji destê me tê em ê bikin. Em sala 2024’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêbertiyê. Ger ev tecrîd berdewam bike, dê edalet û aştî pêk nayê. Dê îşkence û tundî berdewam bike, aborî jî dê dakeve sifirê. Sedema van hemû pirsgirêkan şer û tecrîd e. Hemû kesên demokrasî, azadî û edaletê dixwazin divê vê tecrîdê bişkînin. Divê Rêbertî di demeke nêz de azad bibe."   MA / Omer Îbrahîmoglû