Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê 2024-02-11 09:03:55 ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê dan ber firotinê. Qeyûmê Şaredariya Cizîr a Şirnexê, mal û milkên şaredariyê difiroşe. Beriya hilbijartinên herêmî ku dê di 31'ê Adarê de bên kirin, şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de 2 milkên din ên şaredariyê dan ber firotinê.    Li gorî daxuyaniya hat belavkirin, qeyûm li gundê Banê Xanê parsela bi hejmara 13'an daye ber firotinê. Erse 828 metrekare ye. Ji bo erseyê îhaleyeke bi bihayê 2 milyon û 500 hezar TL'yî hatiye çêkirin. Îhale dê di 13'ê Sibatê de bê çêkirin. Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî qeyûman li Cizîrê 40 mal û milk firotibûn.      Her wiha îhaleyeke din ku qeyûm ew ragihandiye, dîsa ji bo erseyeke li gundê Banê Xanê ye. Îhale ji bo parsela bi hejmara 15'an hatiye çêkirin. Bihayê îhaleya erseya 985 metrekare wekî 2 milyion û 200 hezar TL hatiye diyarkirin. Hat diyarkirin ku dê îhale di 16'ê Sibatê de li hêwana civînê ya îhaleyê bê çêkirin.    Qeyûm di meha Kanûnê de li Taxa Şahê jî dikanek bi 2 milyon û 420 TL'yî dabû ber firotinê. Lê belê di malpera înternetê ya şatredariyê de hatibû ragihandin ku îhale bi encam nebûye.    MA / Omer Akin