Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê bi dawî bû 2024-02-11 14:33:16 DÊRSIM - Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya ji bo diyarkirina namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Dêrsimê yê zilam bi dawî bû.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Dêrsimê duh pêşhilbijartin li dar xist. Di tura ewil de ji bernamzetên jin Bîrsen Orhan rêjeya ji sedî 50 derbas kir û bû namzet. Ji bernamzetên zilam tu kesî jê rêjeya ji sedî 50 derbas nekir. Lewma îro ji bo diyarkirina namzetê hevşaredariyê yê zilam tura duyemîn hat lidarxistin.    Di tura duyemîn de ji bo bernamzet Cevdet Konak û Ugur Beycan Bayrak deng hatin dayîn. Dengdayîn bi dawî bû. Di pêşhilbijartinê de 780 delegeyan deng dan û DEM Partî dê namzetê xwe yê ku rêjeya ji sedî 50+1’ê derbas kirî bi raya giştî re parve bike.