Îfadeya rojnameger Evren a li emniyetê temam bû 2024-02-11 16:45:23   STENBOL - Karûbarên îfadegirtinê yên rojnamegera binçavkirî Kîbriye Evren ên li emniyetê temam bûn û tê payîn ku sibe sewqî edliyeyê bê kirin.    Rojnameger Kîbriye Evren di 9’ê sibatê de li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Îfadeya Evren a li emniyetê ku 3 roj in binçavkirî ye, temam bû. Hat zanîn ku Evren bi hinceta ku di sala 2021’an de ji hevala xwe ya girtî re pere şandiye bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya fînansî daye rêxistinê” tê sûcdarkirin. Îfadeyê Evren ê li Şaxa TEM’a Kocaeliyê temam bû lê biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê hatiye dayîn hêj didome.    Tê payîn ku Evren sibe sewqî edliyeyê bê kirin.