TDÎ: Bila girtîgehên tîpên S û Y bên girtin 2024-02-11 17:45:24   STENBOL - Di çalakiya ku Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re bi malbatên girtiyan re hate bahev de hate xwestin ku girtîgehên tîpên S û Y bên girtin.    Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya Girtiyan re di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza girtina girtîgehên tîpên S û Y’yê de li avahiya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) a li navçeya Kadikoy a Stenbolê bi malbatên girtiyan re hate bahev. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.     Endamê Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran (OTSP) Mehmet Acettîn diyar kir ku girtîgehên tîpên S û Y li ser tecrîdê hatine avakirin û got: “Polîtîkaya ku dewlet dimeşîne ew e ku fikrên xwe yên siyasî û aborî biniçîlîne civakê. Em vê rêbazê weke rêbazeke faşîst penase dikin. Li welatên weke Tirkiyeyê pergalên otoriter pêşketin. Ev jî hêzên emperyalîst ên ku em jê re dibêjin hêzên sermayayê afirand.”   Yek ji malbata girtiyan Dondu Şen, destnîşan kir ku armanca desthilatê “yek tîpkirine” û wiha got: “Beriya niha jî dema girtîgehên tîpên F hatibûn vekirin, em diçûn serdanê. Niha jî roj veqetandin û girtî xistin qawişên cuda cuda. Lê em bi rêxistin in. Ji ber em birêxistin in ez bawer dikim ku em ê her tiştî serbixînin.”   ‘TECRÎD PERÇE DIBE’    Nûçegihanê rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita, xwest ku girtiyên siyasî “serbixwe” bikin. Çita, wiha berdewam kir: “Dewletê pergala xwe bi temamî li ser tenêhiştina girtiyan, astengkirina hilberînê, serxwebûnkirina nasnameya polîtîk ava kiriye. Ji ber vê yekê berdana kesên nasnameya xwe ya polîtîk red nakin tê astengkirin. Li girtîgehan pêkanînên tecrîd di nava tecrîdê de tên sepandin. Li girtîgehan dadgehek û şandeyeke dadgehê hatiye avakirin. Poşmantî tê ferzkirin. Tîpên S û Y’yê ji bo vê yekê ne. Dixwazin têxin bin tecrîdê lê îro li girtîgehên tîpên F hilberînek heye. Girtî li girtîgehan tecrîdê perçe dikin.”