DEM Partiyê li Stenbolê bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xistin 2024-02-11 21:19:00     STENBOL - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li 14 navçeyan bi rojeva tecrîdê civînên gel li dar xist û di civînên gel de banga xwedîderketina li Meşa Azadiyê hate kirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li navçeyên Sancaktepe, Beykoz, Kartal, Umraniye, Sûltanbeylî, Fatîh, Kagithane, Gazîosmanpaşa, Sûltangazî, Esenyûrt, Avcilar, Başakşehîr, Bagcilar û Arnavûtkoyê bi tevlibûna sedan kesan bi rojeva Meşa Azadiyê û tecrîdê civînên gel li dar xistin. Di civînên ku eleqeyek mezin dît de li ser kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” û Meşa Azadiyê ku ji bo rakirina tecrîdê hatine destpêkirin nîqaş hatin kirin.    Li navçeyên nîqaş lê hatin kirin de li eywanan pankartên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin, tecrîdê dişkînin” û “Silav ji Roja me re, silav ji berxwedana zindanan re” hatin daliqandin. Di hemû civînên li navçeyan hatin kirin de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.    Welatiyên di civînan de mafê axaftinê wergirtin, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demekî dirêje berdewam dike û destnîşan kirin ku divê tecrîd were rakirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were rakirin. Welatiyên ku Meşa Azadiyê jî silav kirin, banga xwedîderketina li meşê kirin.     ‘XWEDÎ DERKETINA TÊKOŞÎNÊ HEQÎQET BI XWE YE’     Endamê Meclisa DEM Partiyê Erkan Mete yê di civîna gel a li avahiya DEM Partiyê ya Avcilarê de axivî jî wiha got: “ Xwegihandina armanca dawîn, şer, têkoşîn û kedê dixwaze.” Mete, destnîşan kir ku di ferqa hêza xwe de ne û wiha berdewam kir: “Niha em çiqas xwedî li partiya xwe, Meşa Azadiyê û Nobeta Edaletê derkevin em ê ew qas xurt bibin. Divê em ji kesên şoreşger ên li cem me, ji gelên gelên tirk, kurd, laz, çerkes re vebêjin ku pirsgirêka tecrîdê pirsgirêka wan e jî. Em heqîqet û rûmetê diparêzin. Parastina vê doz û têkoşînê di heman demê de heqîqet bi xwe ye.”   Civîn bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bûn.