Îsraîlê êrişî Refahê kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin 2024-02-12 09:10:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku di encama bombebarana êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarê Refahê yê li ser Şirîda Xezeyê de gelek kes hatin qetilkirin.    Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê da zanîn ku artêşa Îsraîlê êrişî bajarê Refahê yê li Şirîda Xezeyê kir û di êrişê de zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin. Refaha li nêzî sînorê Misrê ye û hat zanîn ku bi sedan kes di êrişê de birîndar bûne. Li gorî hinek çavkaniyan, di êrişê de nêzî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Midûrê Nexweşxaneya Kuveytê Suhayb el-Hims diyar kir ku nexweşxane bi birîndarên rewşa wan gelek giran tije bûye û bi qasî tê xwestin derman û serûm nînin.    Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku bi êrişa li dijî Refahê re 2 dîlgirtiyên îsraîlî hatine rizgarkirin. Berdevkê artêşê Avichay Adraee li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku kesên bi navên Hurr û Marman ên li Refahê dihatin ragirtin û di 7’ê cotmehê de ji hêla Hamasê ve hatibûn revandin, bi “Operasyona rizgarkirinê” hatine xelaskirin.    Adraee, got ku di dema operasyonê de pevçûn derketine.