Meşvanên Azadiyê: Jin pêşengtiya têkoşînê dikin 2024-02-12 11:32:17   RIHA - Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Sumeyye Boz ku di çarçoveya “Meşa Mezin a Azadiyê” de bajar bi bajar meşa xwe didomînin, gotin ku herî zêde jin piştgiriyê didin meşê.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê hatibû destpêkirin, di roja 12’an de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di baskê meşê yê Wanê de cih digirin, îro dê biçin navçeya Şemrex a Mêrdînê û navçeya Xana Axpar a Amedê. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz têkildarî meşê û daxwazên gel axivîn.    Ayten Kordu anî ziman ku ev demekî dirêj e li Kurdistan û Tirkiyeyê krîz hene û li dijî nasname, bawerî, jin û derdorên daxwaza demokrasî û mafan dikin zextekî giran heye. Kordu, got ku gel di ferqa vê zextê de ye û êdî nema dikarin bêhnê bistînin lewma li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.    ‘GEL DI FERQA PÊVAJOYÊ DE YE’   Kordu, diyar kir ku bi taybet jî jin pir zêde xwedî li meşê derdikevin û wiha domand: “Ev meş li her derê û ji bo her kesî xwedî wate bû. Em ji cihên bi qasî komkujiyan, berxwedanên mezin jî lê hatine raberkirin derbas bûn. Derbasbûna ji van cihên şopên berxwedanê lê bûn, ji bo me jî pêvajoya biryardariyê bû.” Kordu, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û ev tişt anî ziman: “Wê demê me dît bê ka birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de çawa bû îrade, di wê serdemê de çawa komkujî bi dawî bûn, mafên demokratîk çawa pêş ketin û xelkê karî bêhnekî bistîne. Lewma jî bi polîtîkayên şer mimkin nîne ev welat were birêvebirin. Ev pergal êdî bi olperestî, neteweperestî û nîjadperestiyê nameşe. Gel baş di ferqa vê de ye. Gel, ji ber vê yekê baş dizane ku bi şikandina tecrîdê re dê bikare bêhnekî bistîne.”    BLA KIŞAND SER TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN    Di dirêjiya axaftina xwe de Kordu bi lêv kir ku pirsgirêkên li welêt ne tenê kurdan lê tevahiya gel eleqeder dikin û ev nirxandin kir: “Şikandina tecrîda ku li Îmraliyê li dijî birêz Ocalan dest pêk kirî û piştre li seranserî civakê hatiye belavkirin, bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk pêkan e. Krîzên heyî bi vî awayî dikarin bên çareserkirin. Yek ji kesên li Rojhilata Navîn ji bo pirsgirêkan çareseriyên herî baş pêşniyar dike û xwedî perspektîf jî birêz Abdullah Ocalan e.” Bi domdarî Kordu daxuyand ku divê tavilê çareserî bê pêşxistin û wiha derbirî: “Ev hewldan dê hêj bêhtir bê mezinkirin. Em ê heta dawiyê van xebatên xwe bidomînin. Em ê vê pêvajoyê tenê li ser milên hevalên xwe yên di zindanan de nehêlin. Ev pêvajo berpirsyartiya me tevan e. Her devera em lê dijîn veguheriye zindanê.” Kordu, banga têkoşîna topyekûn kir.    ‘PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNÊ JIN IN’   Parlamenter Sumeyye Boz jî destnîşan kir ku li hemû bajaran jinan pêşengtiya pêşwazîkirinan dikirin û wiha got: “Li vê xaka qedîm gelek êşên giran hatin jiyîn û herî zêde jin jê bibandor bûn. Ji ber ku bi wan êşan dizaniyan, dest bi axaftinê kirin. Ji bo ku jin û ciwan dîsa heman êşan nejîn, hewl didin bibin deng. Lewma jî jinan pêşengtiya vê têkoşînê kirin.” Boz, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan dê bandoreke mezin li tevahiya civakê bike û rê li ber aştiyê veke û wiha pê de çû: “Lewma dengê xwe bilind dikin. Di esasê xwe de jin baş dizanin ku ev mijar mijareke dîrokî ye û dê ev meseleye bi her kesî bide windakirin. Lewma ji zilaman bêhtir nêzî aştiyê ne. Ji roja me meş daye destpêkirin heta niha me mînakên vê yên pir hêja dîtin. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêre, dibîne ku tevî travmayan jî daxwaza xwe ya aştî û azadiyê diparêzin û ev yek jî tê wateya îradeyeke mezin. Ev îrade jî îradeya xurt a jinên kurd e.    Ev meş, meşa bi milyonan kesa ye. Her devera em diçûnê me dît bê ka xîtabî çend kesan dike. Aqilek heye ku şer, pevçûn û tecrîdê kûr dike. îktîdarek heye ku bi vê polîtîkayê hewl dide cihê xwe saxlem bike. Destpêkirina pêvajoyeke nû dê ji hêla aborî, civakî, ekolojîk û azadiya jinê ve rê li ber geşedaneke nû veke. Dema em dibêjin birêz Ocalan rêberê ‘Modernîteya Demokratîk e’, di esasê xwe de em dibêjin ku ew tenê bi erdnîgariya Tirkiyeyê re bisînor nema ye û dikare li Rojhilata Navîn bi roleke sereke bilîze.”    MA / Rûkiye Adiguzel - Bêrîvan Altan