Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin 2024-02-12 15:28:06 ÊLIH - Cenazeyê Rojhvelat Kizmaz ku di Bendava Heskîfê de hate dîtin dê piştî karûbarên otopsiyê li gundê Hermêsê were definkirin.    Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a ji 9’ê sibatê ve tu agahî jê nedihat girtin, di Bendava Heskîfê de hate dîtin û ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Tê payîn ku cenazeyê Kizmazê piştî karûbarên otopsiyê li gundê Hermês ê navçeya Kercews a Êlihê were definkirin.