Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin 2024-02-12 15:58:20   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî, EMEP, SMF, EOC, TÎP û Partîzanê ragihandin ku ji bo hilbijartinê tifaq ava kirine.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Eniya Ked û Azadiyê (EOC) û Partîzanê bi daxuyaniyekê hevpar ragihandin ku wan ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de li Dêrsimê tifaq ava kirine. Daxuyanî li hotêleke bajar hate dayîn û Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Parlamenterê EMEP’ê yê Stenbolê Îskender Bayhan, nûnerê SMF’ê, Parlamenterê HDP’ê yê berê Erdal Ataş, Nûnerê EOC’ê Gokmen Yeşîl, Nûnera Partîzanê Leyla Elma û gelek kesên hatin vexwendin tev li daxuyaniyê bûn.    DAXUYANIYA HEVPAR   Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku di nava polîtîkayên şer û krîza aborî de dikevin hilbijartinê û ev tişt hatin parvekirin: “Em jî li ser bingeha ked, aştî, azadî û nirxên demokrasiyê, li ser bingeha ku xelkê Dêrsimê xwedî gotin û biryardayînê be, bi tevlibûna hemû dînamîkên bajar tên gel hev. Em ji bo hemû kesên li Dêrsimê bikarin xwe birêve bibin tên gel hev. Ji bo edaleta nûnertiyê ya gel, weke DEM Partî, EMEP, TÎP, SMF, EOC û Partîzanê em li navenda Dêrsimê, 7 navçeyan û bajarokekê wê tifaqa hilbijartinê radigihînin û hemû kesekî vedixwînin vê têkoşîna hevpar.”    Piştî daxuyaniya hevpar, Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, ji EMEP’ê Bayhan û ji SMF’ê Erdal Aktaş têkildarî tifaqê axivîn û gotin ku dê serkeftin a wan be.