Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin 2024-02-12 17:07:09   STENBOL - Dozgerê ku têkildarî êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê mutalaya xwe aşkere kir, ji bo Ahlam Albashir a tê îdiakirin faîla êrişê ye 7 caran cezayê hefsê yê muebeta girankirî û ji 1949 salan heta 3 hezar û 9 salan cezayê hefsê xwest.    Di 13’ê mijdara 2022’yan de li ser Cadeya Îstîklalê ya li semta Taksîmê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê êrişeke bombeyî pêk hatibû. Di êrişê de 6 kes miribûn. Ji ber vê Ahlam Albashir ku bombe danîbû Kolana Taksîmê jî di nav de 15 jê girtî der barê 37 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hate lidarxistin. 8 jê girtî 9 bersûc tev li danişînê bûn, hin bersûc jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Dozgerê derbarê esasê de mutalaya xwe aşkere kir, ji faîla êrişê Ahlam Albaskir re ji sûcê “Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê” cezayê muebeta girankirî, ji sûcê “Endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” ji 7 sal 6 mehan heta 15 salan, ji sûcê “bi armanca bombekirina plankirî ya li dijî zarok, kuştina bi qestî” 5 caran cezayê muebetê yê girankirî, ji sûcê “bi armanca bombekirina plankirî hewldayîna kuştina bi qestî” ya li dijî 99 kesan ji 1930 salan heta 2 hezar û 970 salan û ji sûcê “Li cem xwe peydakirin û dayîna hinekên din a madeyên xeternak ên bêdestûr” ji 12 salan heta 24 salan bi komî 7 caran cezayê muebeta girankirî û ji 1949 salan heta 3 hezar 9 salan cezayê hefsê xwest.    ‘ÇI CEZA BIDIN JÎ EZ ÎTÎRAZ NAKIM’    Bersûc Alham Albashir a piştî aşkerekirina mutalayê mafê axaftinê dayînê wiha got: “Min nedizanî ku ew bombe ye. Têkiliya Ahmet, Ammar tu mirovan bi vê mijarê ve nîne. Ji min re tenê gotin ‘weke tûrîstan here wêneyan bikişîne’. Ji ber van mirovên jiyana xwe  ji dest dan bi şevan nikarim razim. Ez miroveke sêwî me, naxwazim tu kesên din sewî bibin. Ji bo ku ez xwe bigihînim hin mirovan min her tiştê ku ji destê min hat kir. Ji bo ku kesên çûne Sûriyeyê bên girtin ji bo biçim Sûriyeyê ez amade me. Ez çûm mala Ranayê min xwarin dixwar. Ez demekê li mala Fatmayê mam, tu eleqeya wan bi terorê re nîne. Ew di vê bûyerê de hatin xapandin tu sûcê wan nîne. Çi ceza bidin min ez ê îtîraz nekim.”   JI BO 5 BERSÛCAN DAXWAZA BERAETÊ    Dozger di berdewama mutalaya xwe de jî xwest ku dosyaya 10 bersûcên fîrarî bê veqetandin. Di mutalayê de hate xwestin ku derbarê zarokê bi navê Ahmed E. yê 18 salî ku arasteyî sûc hatiye kirin de biryara girtinê bê dayîn. Her wiha ji bo bersûc Zekariya Muhammed Şemnûnî, Mahmûd Haso, Mesût Hesso, Salîh Carkes û Muhammed Şiho hate xwestin ku ji hemû sûcan bên beraetkirin. Dozger xwest 20 bersûc bên cezakirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê ya biryara xwe aşkere kir, ji bo bersûcên girtî Mahmûd El Yûsûf, Rama El Taha û Mehmûd Elabîd îhtîmala guhertina wesfê sûc û dema girtina wan li ber çav girt û derbarê wan de biryara berdanê da. Şandeyê biryar da ku girtina bersûcên girtî Ahlam Albashir, Ahmad Alhaj Mwas, Ahmad Haj Hasan, Ahmed Carkes, Ammar Jarkas, Fatma Berkel, Ferhat Habeş, Hasan Alî, Haznî Golge û Huseyîn Guneş berdewam bike. Dîsa ji ber ku tê zanîn bersûc Bîlal Elhacmos li derveyî welat e, biryar hat dayîn ku biryara girtina paşpenî ya der barê wî de bê berdewamkirin. Danişîn ji bo kesên tên darizandin li dijî mutalayê parastinê bikin taloqî 15’ê nîsanê hate kirin.