Rojnamevan Tûran hat girtin 2024-02-12 18:47:49   AMED- Rojnamevan Selamet Tûran ku li navçeya Cizîrê hat binçavkirin, hat girtin.    Rojnamevan Selamet Tûran ku di 9'ê Sibatê de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibû binçavkirin, ew anîbûn Amedê. Piştî 4 rojan îfadeya Tûranê hat girtin. Tûran ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar hat kirin.   Dadgehê bi heman hincetê biryara girtina Tûranê da.