Cenazeyê Kizmazê hat definkirin 2024-02-12 20:20:34   ELIH - Rojvelat Kizmaz a ku 3 roj bûn agahî jê nedihat girtin û îro cenazeyê wê, li Bendava Hesenkîfê hat dîtin, hat definkirin.   Rojvelat Kizmaz a 26 salî ya ji Êlihê ku 9'ê Sibatê roja Înê saet di 10.30'yî de ji mala xwe ya li Petrol Mahalesiyê derket, careke din agahî jê nehat. Birayê Rojvelat Rojnamevan Mehmet Kizmaz, piştî windabûna xwişka xwe li Midûriyeta Polîsan geriya. Rojvelat ku piştî 3 rojan îro li derdora saet di 11.00’an de cenazeyê wê hat dîtin, danê nîvro ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Êlihê.   Cenazeyê Kizmazê piştî otopsiyê radestî malbatê hat kirin.   Cenazeyê Kizmazê li goristana gundê Hermês yê navçeya Kercewsê ku li ser rêya Kerboranê ye li kêleka gorên 2 mamên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hat definkirin.   Gelek kes û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî merasîma sersaxiyê ya Kizmazê bûn.