Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê 2024-02-12 22:07:42   NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser X’ê bi etîketa “#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde” banga ji bo beşdariya Meşa Azadiyê ku dê sibê li Amedê bidome, hat kirin.    Her du milên Meşa Mezin Azadiyê ya Mezin ku di 1'ê Sibatê de ji Wan û Qersê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareseriya meseleya kurd hat destpêkirin, wê sibê li Amedê bigihên hev. Beriya hevdîtina sibê li ser X'ê hashtag “#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde” hat destpêkirin.     Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi etîketa navborî ev tişt payê kir: “Ji bo tecrîda Îmraliyê bişikê û meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, dê her du milên Meşa Azadiyê ya Mezin ku me ji Wan û Qersê dan destpêkirin, di 13'ê Sibatê de li Amedê bigihên hev du."     Ji hin parvekirinên bi etîketa “#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde” hatin kirin wiha ne:   "Zeynep Odûncû ya di meşê de got: Em wek Meşvanên Azadiyê sibê li Amedê ne. Werin em meşa xwe xurt bikin û tecrîdê bişkînîn.   Meclisa Jinan a DBP'ê jî wiha got: "Em bang li gelê Amedê dikin ku ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a doza Kurdan tevlî meşa me bibin û têkoşîna me geştir bikin.   HDK: Meşvanên Azadiyê yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd ji Qers û Wanê bi rê ketin, li Amedê digihên hev. Silav ji bo kesên ji bo azadiyê dimeşin!"