Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin 2024-02-12 22:10:50   WAN – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê posterekî mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pirê ve daliqand û doza azadiya wî kir.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê, posterekî mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pira li Taxa Demîryolû ya navçeya Îpekyolû ya Wanê daliqand û doza azadiya wî kir.