Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin 2024-02-13 10:28:24 ÎZMÎR - Îro li Îzmîrê bi ser malên rojnamegeran de hate girtin û di encamê de 5 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS’ê û Gazete Duvarê û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Îzmîrê polîsan bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney,  nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin. Di heman demê de xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut jî hate binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat zanîn û hat zanîn ku rojnameger li Şaxa TEM’a Çankayayê tên ragirtin. Ji bo dosyayê heta 24 saetan biryara bisînorkirinê hate dayîn.