Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2024-02-13 11:16:37   STENBOL - Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.   Îro serê sibehê polîsan li navçeyên Esenyûrt, Esenler, Maltepe, Pendîk û Kagithane yên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku polîsên bi ser malan de girtin tundî li şêniyên malan kirine û bi taybetî jî li Esenyûrtê bi copan li mil, dest û lingên kesên di malan de dimînin xistine û tiştên malê belav kirine.    Hat diyarkirin ku binçavkirî derbasî Midûriyeta Polisan a Stenbolê hatine kirin. Der barê hejmara kesên hatine binçavkirin de agahiyek nehat bidestxistin. Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin heta 24 saetan biryara bisînorkirinê hate dayîn.     Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Şahîn Ozyildirim, Riza Kaplan, Nesîm Ozkan, Nûreddîn Aydogan, Helîn Akman, Alattîn Altintaş, Erkan Talaş û Şukru Guler, Ûmût Delîl Aksoy, Devran Kûrt, Resûl Gedlec, Melîke Akman, Mîzgîn Akman.”