Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev 2024-02-13 10:40:00   AMED – Kesên din baskên “Meşa Mezin a Azadiyê” yên Wan û Qersê de cih digirin piştî 13 rojan li Amedê gihiştin hev. Meşvanên Azadiyê, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêbderê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêşmalkên reş li xwe kirin.     Baskên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de ji hêla siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ve li Wan û Qersê hatiye destpêkirin, li gundê Palûkê yê di ketina navenda Amedê de gihiştin hev.    Baskê Wanê ku duh hatibû navçeya Xana Axpar û baskê Qersê yê gihiştî Bismilê li devera ku her du navçe digihijin hev hev dîtin. Di vê hevdîtinê de dîmenên rengîn derketin holê. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li ser navê her du baskan çîçek dan hev.    Meşvanên Azadiyê amadekariyan dikin ku ber bi navenda Amedê ve biçin. Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an, meşvanan pêşmalkên xwe yên spî derxistin û li şûna wan pêşmalkên reş li xwe kirin.    Piştî amadekariyan jî meşvan ber bi Amedê ve ketin rê.