Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev 2024-02-13 09:35:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê li Amedê ji ewil li Keleha Zerzevanê û yê Qersê jî li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Her du bask jî dê li Amedê bigihijin hev.    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li Wan û Qersê hatiye destpêkirin bûn. Baskên meşê bajar bi bajar, navçe bi navçe, bajarok bi bajarok geriyan û li her derê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Baskê Wanê di roja 12’an de meşa xwe li navçeya Şemrex a Mêrdînê û li navçeya Xana Axpar a Amedê domand. Meşvanên Azadiyê yên ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê bi rê ketin, 10 km nêzî Şemrexê bi govenda azadiyê hatin pêşwazîkirin. Li ber stranan govend hate gerandin û Meşvanên Azadiyê piştre derbasî navenda Şemrexê bûn.    DAYIKÊN BI FLAMAYÊN KESK, SOR Û ZER BAL KIŞANDIN    Meşvan, li petroleke navçeyê bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin. Meşvanên Azadiyê yên ku ji hêla Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin, li vir demekî dirêj govend gerandin. Li Şemrexê ya ku herî zêde bal kişandî ser xwe, Dayika Aştiyê ya 60 salî bû ku bi flamaya kesk, sor û zer Meşvanên Azadiyê pêşwazî kir. Di dema gerandina govendê de Dayika Aştiyê qurnefîlên sor da tevahiya meşvanan û di pêşiya meşê de cih girt.    Meş heta Qada Şemrexê domiya û gelek welatiyên navçeyê di pace, şaneşîn, ber derî û li ser banên avahiyên xwe Meşvanên Azadiyê silav kirin. Gelek welatiyên derdorê jî bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan piştgirî dan meşvanan. Di tevahiya meşê de beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Piştî meşê, li pêşiya avahiya partiyê li ber dahol, zirne û defê heta demekî dirêj govend hatin gerandin. Dema li vir govend dihat gerandin, du Dayikên Aştiyê yên tev li meşê bûbûn li vir konsereke biçûk dan û stranên li ser Kurdistanê striyan. Piştî govendê jî xelkê navçeyê kete rêzê û meşvanan yek bi yek silav kirin. Jinan bi coşa xwe kêliyên oxirkirinê veguherandin pîrozbahiyê.    JI EWIL ÇÛN KELEHA ZERZEVANÊ  Meşvanên Azadiyê yên ji Şemrexê hatin oxirkirin, gihiştin Amedê. Meşvan, ji ewil jî çûn Keleha Zerzevanê ya dîrokî. Keleha ku li navçeya Xana Axpar a Amedê ye, xwedî dîrokeke 3 hezar sala ye. Keleh heta P.Z. sedsala 3’yemîn di Serdema Severusan (MS 198-235) heta sala 639’an jî bênavber hate bikaranîn.    'DÎROK DI ROJA ME DE VEŞARÎ YE’    Meşvanên Azadiyê yên derketin ser kelehê, li vir ji pirtûkên Abdullah Ocalan beşek xwendin.    Li ser Keleha Zerzevanê ev beşa pirtûka Abdullah Ocalan hate xwendin: “Projeya çareseriya demokratîk a gelê Kurdistanê mirov kelecan dike. Çawa ku kurdan di pêşxistina şarirstaniya civakî ya çînî û bidewlet a Sumeran de roleke sereke lîstibin û sûdekî mezin dabin dîrokê, di roja me de jî di senteza Heleneke nû de nasnameya Rojhilata Navîn dirêsin. Dê ‘Teşî’ya kurdan bigere û Rojhilata Navîn bigihîne serdema şaristaniya demokratîk. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku ‘nebin xulamên Gilgameş û Îskenderên nû.’ Armanc ew e ku îcar bibin çavkaniya hêviya şaresitaniyê ya tevlibûnên gelan ên bêyî efendiyan. Taybetiyên gerdûnî di hembêza xwe de stare dike û di şeveqa ‘şaristaniya demokratîk û ekolojîk a gelan de’, dê tîrêjên ewil ên ronahiyê carek ewil bidin. Çîroka çanda mirovahiya îro afirandî di vê xakê de veşartî ye. Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşarî ne.”   XANA AXPAR   Meşvanên Azadiyê herî dawî jî çûn navçeya Xana Axpar. Meşvan, di ketina Xana Axpar de bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin û li vir govend hatin gerandin. Meşvanên Azadiyê yên ku li Amedê hatin dorpêçkirin, ev rewş protesto kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo li pêşiya mertalên polîsan rûnişt û rewş protesto kir. Akça li dijî helwesta polîsan, dorpêça heyî bi ingilîzî jî vegot. Di vê kêliyê de polîsê ku nedizanî bê ka parlamenter çi dibêje şaş ma û nezanî bê ka bikişîne yan na. Tenê li rewşê temaşe kir. Polîsan nehiştin gel parlamenteran pêşwazî bike û welatiyan jî bi dirûşm û tililiyan piştgirî dan meşvanan. Polîsa destûr nedan welatî meşvanan li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Xana Axpar pêşwazî bikin û bi dehan welatiyên derketin ser banê avahiya rêxistina navçeyê,  bi hatina meşvanan re dirûşm berz kirin û bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan.    Beriya ku Meşvanên Azadiyê li navenda Amedê meşê li dar bixin, meşvanan li tax û gundên Xana Axpar bi gel re civîn li dar xistin û armanca meşê vegotin. Hem gel hem jî Meşvanên Azadiyê ji ber meşa ku dê îro li Amedê bê lidarxistin gelek bi kelecan bûn.    MEŞVANÊN AZADIYÊ LI AMEDÊ NE    Meşa ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 13’an de berdewam dike. Baskê meşê yê Qersê duh li Êlih û navçeya Bismil a Amedê bû. Li her du navendan jî meşvan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hevdîtina li Êlihê hem ji hêla pankartan hem jî ji hêla pêşwazîkirinê de yek ji cihên herî rengîn bû. Meşvanên azadiyê bi pankarta ji gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Em ber bi azadiya ku roj lê ava nabe û çîçek lê na çilmisin ve dimeşin” pêşwazî k irin. Piştre jî bi konvoya wesayîtan tura bajar hate avêtin. Piştre jî li navenda bajar bi tevlibûna sedan kesan meş hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel û dovîzên “Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin” û “Têkoşîna jinê azad dike” hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de meşale hatin vêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Mîna li her her bajarî, li Êlihê jî nirxên gelê kurd ên hatine qetilkirin nehatin jibîrkirin. Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar û hevalên wî yên di sala 1993’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn.    Meşvanên Azadiyê piştî Êlihê hatin navçeya Bismil a Amedê. Meşvan, li cadeya sereke ya navçeyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî azadî, bimre koledarî” meşiyan. Destûr nehat dayîn ku gel û meşvan li pêşiya avahiya DEM Partiyê hev bibînin. Dayikên ku di destê wan de qurnefîl hebûn, di nava dorpêçê de bênavber dirûşm berz kirin. Tevî hemû astengiyan jî dayikan qurnefîl gihandin meşvanan. Tevî ku navçe hatibû dorpêçkirin jî, parlamenterên DEM Partiyê bi awayekî xwe gihandin gel. Parlamenteran li tevahiya cadeyên navçeyê geriyan û bi hoparlerên gerok bangî kirin. Ji cadeyên sereke heta kolanên herî teng, parlamenter li tevahiya navçeyê geriyan û meşa wan nêzî 3 saetan dom kir. Di meşê de her parlamenterekî li ser mîkrofonê armanca meşê vegot. Meşvan yek bi yek ketin her kargehê û gel silav kir. Welatiyên ku derdiketin pace û şaneşînên malên xwe, bi nîşaneyên serkeftinê û tililiyan piştgirî dan. Di meşê de her 20 deqeyan carekî parlamenterekî hoparlor digirt.    Li her cihê ku parlamenter diçûnê ji bo tevlibûna meşa li Amedê bang hate kirin.