Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir 2024-02-13 12:19:31 AMED - Hîlal Ada ya ku li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik bi hincete “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.  Li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê nîsana 2023’yan de li 21 bajaran der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê da. Xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hîlal Ada jî di vê çarçoveyê de hatibû girtin û dihat darizandin. Ada, beraet kir.    Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ada ya ji ber îfadeyên Akbiyik hatibû girtin, tev li danişînê nebû. Parêzerê Adayê Yûnûs Mûratakan tev li danişînê bû.    Dozger, di çarçoveya îfadeyên Akbiyik de xwest ku ji ber tawanbariya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û 15 roj cezayê hefsê li Ada were birîn.    'DERVEYÎ AXAFTINAN DELÎL NÎNIN'   Parêzer Yûnûs Mûratakan jî parastin kir û wiha axivî: “Dozger bi nêzîkatiya xwe hewl dide tevahiya rêxistinên civakî yên sivîl, komele, partiyên siyasî, weqf û rêxistinên pîşeyî yên kurdan krîmînalîze bike û îdianame di vê çarçoveyê de amade kiriye. Şahid jî di heman çarçoveyê de bêbexî kiriye û îfade daye. Li gel ku der barê muwekîla min de tu delîleke şênber nîne jî, îdiayên şahid ên weke bêbextî jî bi delîlên dosyayê  hatine pûçkirin. Dadgeha Destûra Mezin, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê destnîşan dikin ku divê bi baldarî nêzî îfadeyên şahidan bibin û dibêjin ku îfadeyên şahidan bi delîlên şênber divê werin piştrastkirin. Tu delîl îfadeyên şahid piştras nakin. Em beraeta muwekîla xwe dixwazin.”    Piştî parastinan, dadgehê der barê Adayê de biryara beraetê da.