Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin 2024-02-13 12:43:16   MÊRSÎN - Di encama serdegirtinên malan ên li Mêrsînê de 9 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” de îro li navenda Mêrsînê û navçeya Tarsusê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de ji rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nûray Şahîn û Fatma Demîr, Yilmaz Sevdîk, Hasan Huseyîn Bayar, Rojhat Tutmaz, Muhammet Tutmaz, Firaz Aka, Abdullah Çetîn û Hamdûllah Ozen hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û xwegihandina dosyayê ya parêzeran ji bo 24 saetan hate bisînorkirin.    Tê payîn ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.