Di lehiya li Antalyayê de kesek mir 2024-02-13 15:02:28   ANTALYA - Di lehiya li Antalyayê rabûyî de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Ji ber barana zêde ya ji duh ve li Antalyayê dibare lehî rabû. Ji ber lehiyê rê û jêrbihûrk di bin avê de man û nema dikarin bên bikaranîn. Li gelek deveran mal di bin avê de man. Wesayîtên li ser rêyan li ber lehiyê ketin. Di encama xebatên komên lêgerîn-rizgarkirinê de li Jêrbihûrka Giyaseddîn Keyhusrev a li Bûlwara Gazî ya navçeya Kepezê cenazeyê welatiyekî hate dîtin. Hat zanîn ku cenaze yê Halîl Yildiz ê 47 salî ye.    Walîtiya Antalyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li 5 navçeyên navendî ji bo xebatkarên astengdar, jinên ducanî û nexweşên kronîk biryara rojek betlaneyê hatiye dayîn.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da û ji bo Antalya, Burdur û Ispartayê bi koda “torincî” hişyarî da.