MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin 2024-02-13 15:50:33   AMED - DFG û MKG’ê bi daxuyaniyan bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û wiha gotin: “Dev ji sûcên xwe berdin û hevalên me yên rojnameger tavilê berdin.”    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî binçavkirina 5 rojnamegeran a li Îzmîrê daxuyanî dan û xwestin ku tavilê bên berdan. DFG’ê têkildarî mijarê bi sernavê “Dev ji vî sûcî berdin û hevalên me demildest serbest berdin” daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut hatine binçavkirin.    'HÛN NIKARIN ROJNAMEGERAN BI VAN RÊBAZAN BIDIN SEKINANDIN’    Bi domdarî DFG’ê wiha got: “Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye em nizanin rojnamevan bi çi têne sûcdarkirin. Lê belê em vê yekê bi hêsanî dikarin bînin ziman ku hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê muameleyeke wisa dîtine. Bi vê operasyona dawî jî tê fêmkirin ku tê xwestin zextên li ser rojnamevanan bê zêdekirin û berdewam bike. Rojnamevanên ku barê ragihandina gel li ser milê wan e tê xwestin ku bêne bêdengkirin. Armanca wan ew e ku kesên heqîqetê diqîrin, dengê xwe bilind dikin, dinivisînin, xêzdikin, dibêjin bê bandor bikin û civakê ber bi taritiyê ve bibin. Lê belê rojnamevanên ku rastiyê dibêjin nikarin bi vê şêwazê bidin rawestandin. Rojnamevanên bi rûmet wê her tim li dû heqîqetê bin.    Divê bê zanîn ku #RojnamevanîNeSûce! Yên ku sûcdar in ew in, ango yên ku bi şêwazeke bêperwa êrîş dikin. Em dibêjin dev ji vî sûcî berdin û hevalên me demlidest serbest berdin. #JiRojnamevananReAzadî”   MKG’Ê BERTEK NÎŞAN DA   MKG’ê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê azadiya ramanê her diçe ber bi nebaşbûnê ve diçe. Bi taybet mînaka vêya ya herî şênber jî girtin û binçavkirina rojnamegeran e. Di 5 rojên dawî de 5 jinên rojnameger hatin binçavkirin û yek jê hat girtin.  Di 9'ê Sibatê roja înê de polîsan bi ser malan de girtin û hevalên me yên rojnameger Kîbriye Evren û Selamet Turan hatin binçavkirin. Piştre Selamet Turan hat girtin. Îro dîsa me bi operasyonek nû ya li hemberî rojnamegeran çavên xwe vekir. Dîtina dosyaya rojnamegeran a ji aliyê parêzeran ve, hat bisînorkirin.    Binçavkirina rojnamegeran a her demê, zextên li wan tên kirin, hewldana çewisandina wan tê wateya astengkirina mafê girtina nûçeyan a gel. Di van rojên herî zêde pêdivî ji heqîqetê heye de binçavkirina rojnamegeran tê wateya tunehesibandina azadiya çapemeniyê. Em dîsa tînin ziman ku divê hemû astengiyên li pêşiya raman û azadiya ramanê bên rakirin û em dîsa bi bîr dixin ku rojnamegerî ne sûc e.”