Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan 2024-02-13 16:49:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir. Dayikan li Mêrsînê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin û komplo şermezar kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome.   MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de û bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER)  ve hatiye destpêkirin di roja 72’yan de berdewam kir. Çalakî îro bi panela “Li dijî tecrîd û komploya navneteweyî meşa azadiyê” ya ji hêla Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Çukurovayê (ÇUKAY-DER) berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Ji Dayikên Aştiyê Meryem Erbey di panelê de axivî û got ku rêya çareserkirina krîzan, azadiya Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Bila sosyalîst, teqawid, sendîka û her kesên ji xwe re dibêjin mirov piştgiriyê bidin me. Rizgariya Tirkiye û Rojhilata Navîn di destê Rêbertiyê de ye. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiyê ranebe dê rewşa Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wiha be. Çareserî hiqûq e, çareserî edalet e, çareserî azadiya Rêbertiyê ye.”    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Altuntaş jî di panelê de ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê dibe bihabûna pariyê nanê me û zêdebûna tiryakê. Lewma divê civak tev li vê pêvajoyê bibe. Sekna birêz Ocalan rê li ber mirinan digire lewma ev tecrîd lê tê ferzkirin. Ji bo vê jî divê em jî hewl bidin fikrên wî di nava civakê de belav bikin.”   Piştî axaftinan jî heta pêşiya buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Taxa Şevket Sumerê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em berxwedana li zindanan silav dikin û komployê şermezar dikin” hate vekirin û dirûşmên “Em dayik in, mafdar in, aştiyê dixwazin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Şêniyên taxê jî piştgirî dan meşvanan.    Piştî meşê, Hevserokê ÇUKAY-DER’ê Bahattîn Bektaş axivî û wiha got: “Plana Têkbirinê ya di sala 2016’an de xistin meriyetê û tecrîda heyî nîşan dide ku komploya navneteweyî hêj didome. Her ku komplo tê kûrkirin, şer jî girantir dibe. Tekane rêya bicihanîna edaletê, rakirina tecrîda liser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye.”    EDENE   Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî çalakiya xwe li avahiya komeleyê domand. Dayikên Aştiyê di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 63’yan de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan”  û “Em ê bi hêza xwe tecrîde bişkînin û jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de coşeke mezin hebû û beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Dayikên Aştiyê hatin serdana çalakvanan. Dayikan gotin ku bi heman daxwazan xwestin li Qada Esenyurtê daxuyaniyê bidin lê daxuyaniya wan ji hêla polîsan ve hatiye astengkirin.    Ji çalakvanan Fînce Akman di nobetê de axivî û got ku tehemûla îktîdarê ji bo tu kesên daxwaza aştiyê dikin nîne. Akman, wiha domand: “Di destê van dayikan de ço yan jî çek nînin. Tenê aştiyê dixwazin û dixwazin têkildarî vê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsên îktîdara AKP-MHP’ê nahêlin. Heta ku îktîdar wiha tevbigere dê cenaze bên. Lewma berpirsyarê van cenazeyan îktîdar bi xwe ye. Em destê aştiyê dirêj dikin.”    Çalakî bi dirûşm û stranan berdewam kir.    WAN   Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 71’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Bêgiriyê û şêniyên TAxa Şabaniyeyê hatin serdana nobetê.    Di çalakiyê de yek ji Dayikên Aştiyê Ayten Salgir axivî û ev tişt anî ziman: “Li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tecîd heye. Em dixwazin tavilê  çareseriyek bê peydakirin. Ev şer heta sed salên din jî bidome dê di dawiya dawî de vegerin ser maseyê.”    Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    MÊRDÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP'a Mêrdînê îro jî berdewam kir. Gelek kes hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Dayikên di çalakiyê de dest bi perwerdeya zimanê kurdî kirin.