Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye 2024-02-13 19:41:38       NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari der barê hezaza li navçeya Lîcik a Erzînganê pêk hat de li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyanî dan û gotin: “Tevî hemû hişyarin ev hilweşîn pêk hatiye. Ji bo karkerên di bin hezazê de mane bên xilaskirin divê derfetên cemawerî seferber bikin.”   Tulay Hatîmogullariyê ev tişt gotin: “Li kana zêr a Lîcik a Erzînganê ku dane  5 çeteyan û sermayeya navneteweyî, karesat derket holê! Tevî hemû hişyariyan jî di kana zêr ku kapasîteya wê her tim zêde bû, hilweşînek rû da. Divê çavkaniyên gel bên seferberkirin da ku karkerên di bin xirbeyan de bi ewle bên rizgarkirin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Daxwaza me ew e ku di hilweşîna ku qewimî de windahiyên me çênebin."   Tuncer Bakirhan jî ev tişt parve kirin: “Di kana zêr a Lîcik a Erzînganê de ku ji sermayeya alîgir û navneteweyî re hatibû pêşkêşkirin, hilweşiya. Ji bo karkerên di bin erdê de mane bûn rizgarkirin divê hemû çavkaniyên bên seferberkirin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Daxwaza me ew e ku di hilweşîna ku qewimî de windahiyên me çênebin.”