Ji TJA’yê bernameya xwendinê 2024-02-13 21:38:23   AMED - TJA’yê der barê hişmendiya zayendê û dîroka jinê de bernameya xwendinê pêk anî.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Sûr a Amedê li Navenda Çanda Dîcle Firatê nirxandinên "Der barê jin û jiyanê de heqîqet" yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bernameyek pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlametnerên DEM Partiyê, Komeleya Jinan a Rosayê, endamên DEM Partî, DBP û rêxistinên civaka sivîl tevli bernameyê bûn.   Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di vekirina bernameyê de axivî û da zanîn ku wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan bê şikandin. Piştî axaftinan dîwan hat hilbijartin û xwendinên "der barê jin û jiyanê de heqîqet" hatin kirin.   Bername bi nîqaşan bi dawî bû.