ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-14 09:00:13   * Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Ferhat Demîr diyar kir ku Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne û di vê der barê de gelek nexweşên giliyê xwe ji wan re gotine û got ku ji nexweşan girtina pereyan ne li gorî hiqûqê ye û sûc e.    * Mehmet Ekîncî yê ku berê ji AKP'ê Şaredarê Eyyubiyeyê bû, ji aliyê Partiya Refahê (YRP) wekî namzetê şaredariyê hat nîşandan. Ekîncî yê ku Wezareta Karên Navxweyî destûr neda bi sûcdariya "binpêkirina îhaleyê" û "îstîsmarkirina wezîfeyê" der barê wî de lêpirsîn bê destpêkirin, ji ber sûcê "gef" li Noûrîa E.H. ya spanî xwariye û "heqaret" lê kiriye, tê darizandin.    * Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku bi komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye xwestin ku şerê li Kurdistanê kûr bibe û got ku bi helwest û berxwedana Îmraliyê komplo pûç bûye.   * Parêzer Haşîm Togûrlû ku bi daxwaza hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da, got: "Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê rê li ber aştiya civakî veke."   * Wekîla Parlamentoya Îspanyayê Laura Castel, diyar kir ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke di cîhanê de mînaka wê nîne tê pêkanîn û wiha got: “Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke.”   * “Meşa Mezin a Azadiyê” dê di roja 14’emîn de berdewam bike. (10.00-18.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (10.00-18.00)    * DEM Partî dê li Semsûrê danasîna namzetên xwe bike. (13.00)