Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin 2024-02-14 09:02:57 AMED -Di encama serdegirtinêm malan ên li Amed û Êlihê de gelek kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li Amedê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Rezanê de Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û xwendekara zanîngehê Peyam Kutlu, Bêrîvan Nergîz, Eyûp Hekîmoglû, Hêja Jiyan Arikboga, Yûsûf Yokuş û Yûsûf Taşcar hatin binpçavkirin.    Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.    DI 4’Ê KANÛNÊ DE TEHLIYE BÛBÛ   Ji binçavkiriyan Hêja Jiyan Arikboga li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin û di 4’ê kanûnê de tehliye bûbû. Li gel ku înfaza xwe temam kiribû jî, Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta ku poşmantî qebûl nekiriye du caran tehliyeya wê taloq kir û 10 meh piştre karî ji girtîgehê derkeve. Dema derketî bal kişandibû ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li girtîgehan tê domandin û wiha gotibû: “Moralê girtiyan xweş e û tenê yek peyama wan heye; ew jî mezinkirina berxwedanê ye.”    SERDEGIRTINÊN LI ÊLIHÊ    Di encama serdegirtinên malan ên li Êlihê de jî welatiyên bi navên Halîl Yildirim, Adnan Vural, Hamza Karaman, Kadîr Nebîoglû, Samet Aravî û Diyar Yarma hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta emniyetê û hat zanîn ku ji bo 8 kesên din jî biryara girtin û binçavkirinê hatiye dayîn.