Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir 2024-02-14 09:06:39   WAN - Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku bi komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye xwestin ku şerê li Kurdistanê kûr bibe û got ku bi helwest û berxwedana Îmraliyê komplo pûç bûye.   Komploya navdewletî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir, ket sala 26'an. Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, rola hêzên global jî di nav de hemû aliyên komployê eşkere kir. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Parêzer Cemal Demîr ku di navbera salên 2008-2011'an de 7 caran li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, der barê armanc û encamên komployê de axivî.   TEVKARIYEKE KORSANÎ YA NAVDEWLETÎ   Demîr diyar kir ku navenda komploya navdewletî pergala NATO-Gladioyê ye û ev DYA û Îngilistan jî di nav de bi hevkariya hêzên navneteweyî yên hevpar pêk hatiye û wiha got: "Paşê derket holê ku rola îstixbaratên Îsraîl û DYA'yê jî di vê de hebûye. Piştî ku birêz Ocalan bi hevkariyeke korsanî ya navneteweyî hat girtin, di pêvajoyên hiqûqî de jî heman rêbaz hatin bikaranîn. Hiqûqa gerdûnî, hiqûqa ewropî, hiqûqa mafên mirovan hatin paşguhkirin. Serlêdana îltîcayê ku mafekî bingehîn ê mirovan e û mafê darizandike ji aliyê darazeke serbixwe ua navneteweyî ji nedîtî ve hatin. Ew radestî 'rehma' daraza dewleta Komara Tirkiyeyê ku parçeyeke şerê li Kurdistanê ye, hat kirin. Bi vî awayî civak û hiqûqa navdewletî îmze danî bin skandaleke dîrokî."    HELWESTA ABDULLAH OCALAN   Demîr bal kişand ser armancên komployê û wiha got: "Di vî şerî de ku li dijî daxwaza ji bo azadî, wekehvî û demokrasiyê ya gelan, derdorên NATO'yê diparêzin wî gur dikin, armanca komployê helbet kûrkirina şerê li Kurdistanê ye û pêşîgirtina dmeokratîkbûyînê ye. Ji ber şert û mercên serdemê hêzên kolonyalîst ên navdewletî di vî warî de helwest nîşan dan. Lê wekî ku tê zanîn û dîrok jî şahidî kiriye, helwest û berxwedana Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê vê komployê pûç kir."   Demîr bal kişand ser pergala tecrîdê ya li Girava Îmraliyê ya ya li ser Abdullah Ocalan û got: “Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê wekî projeyek taybet hatiye avakirin, ji destpêkê ve ne qanûnî, lê bûye rêveberiyeke kêfî. Ev jî bi şiklê tecrîdê pêk hatiye. Bi pêvajoya Îmraliyê re di şexsê birêz Ocalan de polîtîkaya tecrîdê hat sazkirin û bûye wekî sazûmanekê. Ev mijar parçeyek hiqûqa înfazê ya tirk û felsefeya wê bingehîn e. Li Îmraliyê ev polîtîka wekî berdewamiya komploya navneteweyî, hat piralîkirin û naverokeke dijmirovî lê hat barkirin û veguherî tecrîdeke mutleq. Lê belê tecrîd pêkanîneke ku mafên herî bingehîn ên mirovan binpê dike. Îşkenceyeke nemirovane ye. Ji ber vê sedemê ev pêkanîn di hiqûqa gerdûnî de nayê qebûlkirin."   PEYAMA POLÎTÎK A TECRÎDÊ   Demîr anî ziman ku armanca tecrîda li Îmraliyê û armanca komploya navdewletî li hev dertên û got: “Tecrîd û komplo du têgehên bi hev ve girêdayî ne û hev temam dikin. Helbet tecrîd peyameke siyasî ye jî. Bi rastî jî dixwazin dengê neteweya kurd qut bikin. Helwesta Ocalan a neteweyî û navneteweyî û nirxên ku ew wan temsîl dike, bandor li cîhanê kiriye. Gelek kesayetên girîng ên navneteweyî li ser vê yekê daxuyaniyan didin. Civaknas û fîlozofê navdar ê cîhanê Slavoj Zizek, fîlozof, dîroknas û zimanzanê Amerîkî Noam Chomsky û yên din bi salan e li ser şert û mercên birêz Ocalan daxuyaniyan didin. Di hin kampanyayan de cih digirin. Nûnera berê ya CPT'yê ya ku bûye parçeyek ji pergala Îmraliyê jî, demek berê daxuyaniyên girîng dan."   ‘PARADÎGMA JI BO GELAN BÛ HÊVÎ'   Demîr da zanîn ku Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî paradîgmaya Modernîteya Demokratîk pêş xistiye û got: "Dema ku Ocalan li ser pirsgirêka kurd û Kurdistanê hûr bû, a rast bi paradîgma û dahûrandina şaristaniyê ya ku pêş xistiye, pêdivî dîtiye ku li ser meseleyên hemû netewe û civakan bisekine. A rast ev pirsgirêk, ji ber ji dîroka kolonyalîst û dewleta mêrserwer ve tevarus kiriye. Ocalan dema da xuyakirin ku azadiya civakan dê di atmosfereke aştiyane ya li ser nirxên demokratîk û rêzgiriya ji bo xwezayê û azadiya jinê çareser bibe, bala hemû derdorên demokratîk kişand. Ev paradîgma bi piranî ji bo gelên bindest û gelên hatine dagirkirin bû hêvî. Ji lew re pergala kedxwar a kapîtalîst herî zêde van derdoran eciqandiye."    LI DIJÎ TECRÎDÊ XWEDÎDERKETINEKE XURT DIVÊ   Demîr destnîşan kir ku divê li dijî tecrîda li Îmraliyê piştgiriyeke xurtir bê dayîn û wiha berdewam kir: “Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza rakirina tecrîda mutleq û çareseriya siyasî ya demokratîk a li dijî gelê kurd ev demeke dirêj e greva birçîbûnê didome. Her wiha çalakiyên Nobeda Edaletê yên Dayikên Aştiyê jî hene. Helbet armanca van hemû protesto û çalakiyan ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan ku deng û nefesa gelê kurd e, bi dawî bibe. Hemû cîhanê qîmet û gîrîngiya şîrove û pêşbîniyên Ocalan û pespektîfên wî yên çareseriyê yên der barê kurdan, Kurdistan, Rojhilata Navîn û meseleyên cîhanê de dîtiye. Di vê çarçoveyê de bi helwesta xwe ya li Îmraliyê nîşan da ku xwedî kapasîteyeke çi qas berfireh e. Ji ber vê yekê têgihiştina kolonyalîst a kapîtalîst a navneteweyî û sazî û dewletên ku nûnertiya vê ferasetê dikin, li dijî tecrîdê deng ji xwe naynin. Kurd, dostên wan, derdorên demokratîk û saziyên wan li hemû cîhanê di nava întîfadayê de ne.”   MA / Hakan Yalçin