Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin 2024-02-14 10:15:02   ENQERE - Tehliyeya siyasetmedara girtî Ozlem Demîr ji hêla Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Sîncanê ve hate astengkirin. Lijneyê, ev pirs ji Demîr kir: “Tu cotkarî, çi karê te di nava siyasetê de heye?”    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê ya berê Ozlem Demîr li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê tê ragirtin û diviyabû di 22’yê kanûna 2022’yan de bihata berdan. Lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi îdiaya “halnebaşiyê” tehliyeya Demîr asteng kir.    Demîr, di 9’ê sibatê de dîsa derket pêşberî lijneyê. Li vir têkildarî dosyaya Demîr pirs jê hatin kirin. her wiha ev pirsa balkêş jî ji Demîr hate kirin: “Tu cotkarî, çi karê te di nava siyasetê de heye?” Tê payîn ku lijne di nava hefteya pêş de derheqê Demîr de biryara xwe bide.    Demîr, di lijneya berê de daxwaza dozger kiribû. Daxwaza Demîr nehat qebûlkirin û belgeya têkildarî taloqkirina tehliyeyê de jî nehatibû dayîn. Balkêş e ku di belgeyê de îmzeya dozgerê di hevdîtinê de tune bû jî hebû.    TEHLIYEYA 11 SIYASETMEDARÊN JIN HATE ASTENGKIRIN    Li gel Demîr, her wiha tehliyeyên gelek jinên din tên astengkirin. 11 girtiyên jin ên din jî hene divê ji mafê berdana bişert sûd bigirin lê ev mafê wan tê astengkirin. Lijneyê ji cotmeha 2021’an heta niha tu jinên girtî tehliye nekiriye.    Ji bo astengkirina tehliyeyan jî îdiayên weke “Nabêje ku poşman e”, “Di dema lêgerînan de ji gardiyanan re nabe alîkar”, “Zêde pirtûkan dixwîne yan jî naxwîne”, “Tev li bernameyên başkirinê nabe”, “Amade nîne bikeve nava civakê” , “Pêşketineke neyînî heye”, “Seknekî rêxistinî raber dike” û “Lêpirsîna dozgeriyê ya derheqê wê de” tên nîşandan.    Girtî Rozgerîn Kurt yek ji wan jina ye ku tehliyeya wê hatiye astengkirin. Di 11’ê çileyê de ji bo lijneyê bang li Kurt nehate kirin. Lê belê tehliyeya wê bi hinceta “tev li lijneyê nebûye” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    Jiyan Ateş, Sedef Demîr, Dîlan Oynaş, Sermîn Demîrdag, Sabîte Ekîncî, Nedîme Yaklar, Zeynep Han Bîngol, Mukaddes Kubîlay, Necla Yildiz, Rozerîn Kurt û Ozlem Demîr ji wan girtiyan in ku bi biryarên lijneyê nayên tehliyekirin.    MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê