Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir 2024-02-14 10:46:49   AMED -  Kesên ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ji Qers û Wanê derketin rê, di roja 13’emîn de li Amedê gihiştin hev. Meşvanên ku tevî sir û seqema zivistanê jî meşa xwe domandin, li Amedê bi dirûşma “Bijî azadî” hatin pêşwazîkirin.    Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de bi pêşengtiya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk, li Qers û Wanê “Meşa Mezin a Azadiyê” hate destpêkirin. Her du baskên meşê duh li Amedê gihiştin hev. Di tevahiya meşê de meşvan li bajarên Êlih, Sêrt, Agirî, Mûş, Erzirom, Xarpêt, Çewlig, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Riha û Amedê û navçe, bajarok û gundên girêdayî van bajaran geriyan û bi gel re civiyan. Di hevdîtinan de meşvanan tecrîda li Îmraliyê û encamên polîtîkayên şer vegotin û li ser rê û rêbazên aştiyê nîqaş kirin.    MEŞA JI XANA AXPARÊ    Kesên di baskê meşê yê Wanê de cih digirin, pêr bi şev li navçeya Xana Axpar a Amedê man û di duh di saetên serê sibehê de ber bi avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeyê ve dest bi meşê kirin. Di dema meşê de dirûşm hatin berzkirin û meşvanan silav dan dikandaran. Piştre jî ji bo xwe bigihînin kesên di baskê meşê yê Qersê de cih digirin, derbasî gundê Palûkê ya di ketina navenda Amedê de bûn.    PÊŞMALKÊN REŞ LI XWE KIRIN   Dema her tu baskên meşê li vir gihiştin hev, dîmenên rengîn derketin holê. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir ku di baskên cuda yên meşê de cih digirtin, li ser navê koman çîçek dan hev.    Rêwiyên Azadiyê ku ji bo xwe bigihînin navenda Amedê amadekarî dikirin, bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo protestokirinê pêşmalkên reş li xwe kirin.    Rêwiyên Azadiyê yên xwe gihandin navenda bajar, ji Parka Goletliyê heta pêşiya Navenda Danûstandinê ya Ceylanê bi çepik, tililî û dirûşman meşiyan. Di nava meşvanan de kelecaneke mezin hebû û di tevahiya rêyê de gelek kesên din tev li meşê bûn. Lê dema nêzî AVM’ê bûn, polîsan hewl dan asteng bikin. Lê belê tevî hemû astengiyan jî meşvanan xwe gihandin pêşiya AVM’ê.    POLÎS BI MEGAFONÊ HIŞYAR KIRIN   Rêwiyên Azadiyê tevî sir û seqema zivistanê jî bi roja ye ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di rêyan de ne. Xelkê Amedê jî bi hêviyeke mezin li benda wan bû û meşvan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî azadî, bimre koledarî” pêşwazî kirin. Polîsan ji bo pêşîlêgirtina peywendiyên meşvanan ên bi gel re, bênavber anons dikirin. Li ser vê yekê Rêwiyên Azadiyê jî bi rêya megafonên di destê xwe de peyam dan. Polîsan, biryara qedexeyê ya walîtiyê weke hincet nîşan dan û siyasetmedaran jî bi gotina “Hişê xwe bînin serê xwe, hûn sûcekî destûra bingehîn dikin” ew hişyar kirin.    DAYIKAN BERÎQET DERBAS KIRIN   Mîna li bajarên din, li Amedê jî polîsan berîqetên mezin danîn navbera meşvan û gel de. Li vir jî yên ku ev berîqet ji holê rakirin dîsa jin bûn. Jinên ku ji Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan pêk dihatin, bi laçikên xwe yên spî û di dest de çîçek berîqeta polîsan derbas kirin. Bi tevlibûna dayikan re coşa heyî hêj mezintir bû. Dayika Aklîme Hanas (62) ku di her çalakiyê de bi stranên xwe coşeke mezin dide girseyê, di vê çalakiyê de jî stranên “Yan mirin yan Diyarbekir” û “Lê Amedê” striya. Hanas ku li serê wê laçika spî û di destê wê de qurnefîl hebû, dema stran digot dayikên din jî li gel wê striyan.   PARLAMENTER DESTÛR NEDA   Di dema dorpêçê de polîsan xwestin rojnamegeran asteng bikin. Polîsan zext li rojnamegeran kirin ku li derveyî dorpêçê nûçeyê bişopînin û amirekî polîsan got: “Xebatkarên çapemeniyê bila derkevin derveyî xelekê. Nexwe yên ku dê derheqê wan de kirarî were kirin dê hûn bin.” Bi vê gotinê gef li rojnamegeran xwar. Piştre jî polîsan xwestin rojnamegeran bi darê zorê ji qadê derxînin. Lê belê parlamenter ketin navberê û destûr nedan. Piştî bertekan, anons hatin kirin û hat gotin mudaxileyî azadiya çapemeniyê nayê kirin. Lê belê li gelek rojnamegeran gef hatin xwarin û gelek jî hatin tacîzkirin.    Rêwiyên Azadiyê yên li pêşiya AVM’a Ceylanê bi rê ketin, li ser rêgeha Tesîsler, Oryil, Koşuyolu, Ofîs û Deriyê Çiyê derbasî ber Mînareya Çarling bûn.    Dema rêwiyên Azadiyê bi dirûşm û stranan dimeşiyan, xelkê bajar jî di pace û şaneşînên malên xwe de bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan wan. Meşvanan jî armanca çalakiya xwe bi hoperlorê ji gel re vegotin û gelek caran jî stran gotin.    JI PÊŞIYA ZINDANA AMEDÊ RE DERBAS BÛN   Dema meşvan ji pêşiya Girtîgeha Tîpa E a Amedê re derbas bûn ku di darbeya 12’ê Îlonê de îşkenceyên dermirovî lê hatibûn kirin, strana “Zindana Diyarbekir em ê bişkînin” berz kirin. Dema ji jêrbihûroka Koşuyoluyê re jî derbas dibûn, îcar dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Ji xizmên girtiyan Yesûre Tufan ku li ser pirê disekiniya, di dest de laçika spî Rêwiyên Azadiyê silav kir. Polîsan nehiştin Tufan tev li meşê bibe lê wê heta Mînareya Çarling piştgirî da meşê.    Dema Meşvan gihiştin Sûrê, yek ji kesayetê li bajar herî zêde jê tê hezkirin Mehmet Kizilay ku weke “Sakızcı Memo” tê naskirin, hewl da dorpêça polîsan derbas bike û di vê kêliyê de rageşî derket. Kizilay, bertek nîşanî polîsan da û heta demekî dirêj bi girseyê re meşiya. Parlamenteran nehiştin ku polîs Kizilay asteng bikin. Dema parlamenter tevî dorpêçê jî li kolanên Amedê digeriyan, kolanên Amedê bi dirûşmên “Bijî azadî, bimre koledarî” , “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” olan dan. Gelek welatiyan jî bi gotina “Ji DEM Partiyê ditirsin lewma ewqas polîs anîne qadê. Lê ev hewldan vala ne ji ber ku gelê kurd bihêz e.” bertek nîşanî dorpêça polîsan dan.    LI CIHÊ ELÇÎ LÊ HATIBÛ QETILKIRIN BANG KIRIN    Rêwiyên Azadiyê yên gihiştîn ber Mînareya Çarling, li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî nehat jibîrkirin ku di 28’ê mijdara 2015’an de li vir hatibû qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatab Îmrali ye û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin.    MA / Bêrîvan Altan - Emrûllah Acar