Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’ 2024-02-14 12:12:16   RIHA - Meşvanên Azadiyê yên li Amedê bi rê ketin gihiştin Sêweregê.    Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin duh li Amedê bûn û îro gihiştin navçeya Sêweereg a Rihayê. Meşvan, çûn serdana gora siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku di 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû û Mahmût Zengîn ku li Girtîgeha bi Hejmara 5’an a Amedê (Zindana Amedê) xwe şewitandibû.     AYHAN Û ZENGÎN HATIN BIBÎRANÎN    Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî di bîranînê de axivî û wiha got: “Îbrahîm Ayhan di têkoşînê de kesayetekî girîng bû. Tiştên wî jiyayîn, careke din anî bîra her kesî bê ka li vî welatî çi zilm û tundî heye. Em ê tiştên li wî hatine kirin ji bîr nekin. Bi biryareke vala parlamenteriya wî hate betalkirin. Wî dixwest tecrîd were rakirin. Yên ku tecrîd û înkar li vî welatî ferz kirin bûn sedema mirina wî. Ji bo ku ev tişt êdî neqewimin me dest bi vê meşê kir. Heke tecrîd hebe, hiqûq û demokrasî tune ye. Tecrîda li birêz Ocalan tê ferzkirin, di esasê xwe de li gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin.”    Piştre jî meşvan çûn serdana gora Mahmût Zengîn. Gelek kesan di ketina goristanê de meşvan bi dirûşma “Şehîd namirin” pêşwazî kirin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz li vir axivî û wiha got: “Çaran gotibû ‘Agirî nevemirînin, gur bikin.’ Di van 42 salan de ev agir gur bû û êdî kesek nikare pêşî li ber azadiya gelê kurd bigire. Bila her kes bizane ku ev agir dê me bigihîne azadî û aştiyê.”    Beşdaran di bîranînê de qurnefîl danîn ser goran. Meşvanên Azadiyê pişt re heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeyan meşiyan. Tevî baranê jî gelek mirovan bi çepik û dirûşmeyan piştgiriya meşê kirin.    ‘DI DAWIYÊ DE AZADÎ HEYE’    Hevserokê Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê axivî, wiha got: “Di dawiya vê meşê de ji bo me hemûyan azadî heye. Tecrîda li vî welatî tê pêkanîn, pêşeroja Tirkiyeyê ipotek dike. Em dixwazin bang li kesên nasname, zimanê tune dihesibînin û pirsgirêka kurd li me ferz dikin; Rastiya birêz Ocalan a ‘ez dikarin vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim’ heye. Ev bang di heman demê de li dewletê û li kesên dixwazin jiyaneke nû ava bikine. Em ji bo daxwazên mafên gelê kurd ê dest ji ziman û nasnameya xwe bernade yên mafdar bi awayekî demokratîk çarerser bibin dimeşin. Em ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan dimeşin. Em meş dê bibe meşa me hemûyan û ev azadî jî dê bibe ya me hemûyan. Em ê serbikevin.”   Meş, bi dirûşmeya “Bimre koletî, bijî azadî” didome. Meşvan ber bi rawestgeha xwe ya din navçeya Curnê Reş (Hîlwanê) ve bi rê ketin.