Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin 2024-02-14 13:05:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû got ku plana îmarê ya Kanal Stenbolê hatiye betalkirin.    Dadgeha 11’emîn a Îdareyê ya Stenbolê plana îmarê ya Qada Avadaniyên Rezervê ya Yenîşehîrê ya Kanal Stenbolê betal kir. Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû got ku bi Projeya Kanal Stenbolê re “xeletiyeke mezin hatiye kirin.’ Îmamoglû got ku ji ber ku biryara dadgeha îdareyê ye, ev biryar teqez nîne û dozên wan li dadgehên îdareyê û Dadgeha Bilind didomin.    BIRYARA DADGEHÊ   Di doza ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê têkildarî plana îmarê ya projeyê vekiribû de biryar hate dayîn. Dadgehê plana îmarê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê betal kir. her wiha redkirina îtîraza ÎBB’ê jî weke derhiqûqî nirxand.