DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye 2024-02-14 13:26:28   DÊRSIM - Endam û rêveberên DEM Partiyê yên dixwestin biçin Erzînganê û hatin astengkirin diyar kirin ku berpirsyarê karesata li Îlîçê qewimî AKP ye.    Duh li navçeya Îlîçê ya Erzînganê di madena zêr de hezaz çêbû. Endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî xwestin biçin Erzînganê lê hatin astengkirin. Li ser vê yekê partiyiyan li pêşiya avahiya xwe daxuyanî dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Gurtaş got ku destûr nehatiye dayîn ku ji bajar derkevin.    Gurtaş, wiha domand: “Ev astengkirin jî dişibe astengkirinên ji bo bûyerên din. Ji bo mezinkirina sermayeya alîgirên îktîdarê, li ser erdnîgariya me talanê dikin. Dixwazin encamên vê talanê ji raya giştî veşêrin.”    Di berdewamê de Gurtaş bal kişand ser siyanûra piştî karesatê û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ev kana madenê were girtin. Xwediyên vê madenê şîrketa kanadayî Angagold e û şirîkê wan jî Çalik Holdîng e. Berpirsyarên vê karesatê îktîdara AKP’ê ye ku çavên xwe ji vê karesatê re girt.”