Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin 2024-02-14 13:33:29   WAN  - Di encama serdegirtinên malan ên li Wanê de 3 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de li Taxa Koyîçî ya Wanê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navên Savaş Komî, Ferhat Takman û Ramazan Kamaç hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û welatî birin Şaxa TEM’a Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.