Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin 2024-02-14 14:36:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên serê sibê de li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.    Di serdegirtinên malan ên li gelek bajaran de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn û hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    ŞIRNEX   Polîsan di saetên serê sibê de li navçeyên Silopiya û Hezexê jî bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin. Polîsan li taxên Turgut Ozal û Atakentê yên navçeya Hezexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Medîne Oguz û Faîk Genç hatin binçavkirin.Sedema binçavkirina wan nehat zanîn û welatî birin Midûriyeta Emniyetê ya Hezexê.   Hate diyarkirin ku li navçeya Silopiyayê jî bi serdegirtina malan de gelek kes hatine binçavkirin û dibe ku li gelemperiya bajêr hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    WAN     Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de li Taxa Koyîçî ya Wanê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navên Savaş Komî, Ferhat Takman û Ramazan Kamaç hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û welatî birin Şaxa TEM’a Midûriyeta Polîsan a Wanê.   AMED    Li navçeya Rezanê Bêrîvan Nêrgîz, endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Peyam Kûtlû, Eyup Hekîmoglû, Hêja Jiyan Arikboga, Yûsûf Yokûş, Yûsûf Taşçar, Ogûzcan Yilmaz, li Farqînê Kerem Mengîl, li Licê Tekîn Sonsûz, Mazlûm Karabenk, Diyar Gulen û Yakûp Tûran di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Hate zanîn ku 12 kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hate diyarkirin ku li Amedê derbarê 36 kesan de biryara girtin û binçavkirinê heye.    ÊLIH    Li Êlihê jî di serdegirtinên malan de Halîl Yildirim, Adnan Vûral, Hamza Karaman, Kadîr Nebîoglû, Samet Aravî û Diyar Yarma hatin binçavkirin. Hate zanîn ku li bajêr derbarê 8 kesan de biryara binçavkirinê heye.    DAXUYANIYA YERLÎKAYA   Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya X'yê ragihand ku li 22 bajaran 179 kes hatine binçavkirin.