Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin! 2024-02-14 15:37:20 ERZÎNGAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li navçeya Licikê ku karesata madenê lê qewimî bû axivî û wiha got: “Sedema vê karesatê îktîdara AKP’ê ye û em ê bi rêya darazê hesaba wê bipirsin.”    Duh li Madena Çoplerê ya ji hêla Madenvaniya Anagoldê ve li navçeya Licik a Erzînganê hezaz çêbû û xebatên ji bo dîtina karkerên di bin axê de mane hatine destpêkirin didomin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari çû gundê karesata madenê lê qewimî.    Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Sevtap Akdag, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Melîs Tantan û rêveberên partiyê yên ji bajarên Erzîngan û bajarên derdorê hatin jî bi Hatîmogûllari re bûn. Hatîmogûllari û şandeya pê re xwestin biçin qada madenê lê hêzên ewlekariyê destûr nedan.    GUH NEDAN HIŞYARIYAN   Tulay Hatîmogûllari li cihekî nêzî qada madenê axivî û wiha got: “Her çend ku karesata li vê derê weke ‘qezayê’ nîşan bidin jî di esasê xwe de ev bûyer cînayet e. Em li nêzî kana madenê ne û li vir sînorek hatiye xêzkirin û me nekarî pêş de biçin. Dîmenên me duh temaşe kirin dilê mirov dişewitînin. Hem xelkê herêmê hem jî tevgerên ekolojiyê gelek caran ji ber vê kanê hişyarî kiribûn. Lê belê bi tu awayî guh nedan van hişyariyan. Gelek caran derheqê vê madenê de doz hatin vekirin lê ev rewş dîsa paşguh kirin.    ÎKTÎDAR BI DILREHETÎ RADIZÊ   Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku di sala 2020’an de rûxseta berfirehkirina kapasîteya vê kanê îmze kir. Di demên berê de li vir siyanûr derketibû lê darazê tenê 16 milyon TL ceza da û tiştekî bi şîrketa Anagoldê nekir. Em vê xemsariya îktîdarê ya ku xaka Anatoliya û Mezopotamyayê pêşkeşî sermayedaran dike şermezar dikin. Di salên dawî de bênavber rûxset li şîrketan hatin velavkirin û tu yek ji wan jî rapora ÇED’ê ya bitendurist nebû. Tevî nerazîbûnên gundiyan û tevgerên hawirdorê jî îktîdarê guh nedayê û sermayedar parast. Dilê tu kesî xwe li ber dîmenên duh nagire lê îktîdar bi dilrehetî radizê.    JIYANA BI HEZARAN KESAN TUNE TÊ HESIBANDIN   Îktîdara AKP’ê xak û ava vî welatî pêşkeşî sermayedara kir. Jiyana bi hezaran mirovan tune dihesibîne. Bi çavê mirovan li karkeran nanihêre. Dibêjin 9 karker di bin axê de ne lê hejmareke zelal li ber destê me nîne. Ev karesata li vê derê bi eşkereyî hatiye û ji ber xemsariya xwe îktîdarê mohra xwe li bin cînayetê daye.    Li kanên madenan dînamît tên teqandin û gelek berhemên kîmyewî tên bikaranîn. Bêyî ku van esas bigirin, pêşiya vê şîrketê vekirine. Em vê qebûl nakin. Nahêlin zanyar bên vê derê lêkolînê bikin û hewl didin rastiyan ji raya giştî veşêrin. Ev bûyer, duyemîn bûyera Çernobîlê ye. Bendava Kebanê, Çemê Firatê, Munzurê û Hewzaya Firatê tevek niha ji vê xaka bisiyanûr bi bandor bûye. Heta pispor dibêjin dê bandora xwe heta Kendava Basrayê bike. Anku her çend ku îktîdar hewl dide weke bûyereke biçûk nîşan bide jî, di esasê xwe de rê li ber cînayetê vekiriye. Îktîdar nikare xwe ji vê xelas bike.    DIVÊ KANA MADENÊ TAVILÊ BÊ GIRTIN    Bêguman em ê bi rêya darazê hesaba vê ji îktîdarê bipirsin. Divê ev kana madenê tavilê were girtin û dawî li xebatên şîrketa Anagoldê bînin. Divê rûxsetên yekser hatine belavkirin dîsa bên kontrolkirin û yên bêusûl bên girtin. Divê vê venêrînê ne tenê îktîdar, odeyên pîşeyî û kesên pispor ên serbixwe jî bikin. Em li vir careke din ji xelkê Erzînganê re dibêjin ku derbasî be. Ji ber vê karesatê em gelek xemgînin. Hêvîdarim ku bikarin xwe bigihînin karkerên di bin axê de û agahiyên baş jê wergirin. Ji bo tevahiya malbatên karkeran jî debasî be û hêviyên me bi wan re ne. Dê têkoşîna me ya di vê mijarê de û piştevaniya me her tim bidome.”